
Li girtîgeha Sîncanê pêkanînên destdirêjiyê: Rêbaza nû ya çewisandinê
- 09:11 11 Tebax 2022
- Rojane
Dîlan Babat
ENQERE - Girtiyên jin yên li girtîgeha Sîncanê dimînin diyar kirin ku di dema hevdîtinê de gardiyanan di bin navê lêgerînê de ew tacîz kirine û gotin: “Der barê gardiyanên di lêgerînê de tacîzê dikin biryara neşopandinê tê dayîn. Dest didin cihê genîtal û etekan radikin. Ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Em banga hestiyariyê dikin.”
Li girtîgehên herêmê binpêkirin gihiştine astek dijwar. Bandora tecrîda ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû girtîgehan kiriye. Yek ji girtîgehên ku binpêkirinên mafan lê gihiştiye asta dijwar girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Girtiyên jin nameyek ji rêxistinên civaka sivîl re şandin û gotin di pêvajoya nû de rêbazeke nû ya çewisandinê tacîz xistine dewrê. Jinên girtî di nameyê de diyar kirin ku gardiyan di bin navê lêgerînê de wan destdirêjiyê dikin.
Tevahî name wiha ye: “Salên dawî de hûn jî pêkanînên tecrîd, çewisandin, îzolasyonê yên girtîgehan dibihîzin. Em li girtîgehan bi rastiyeke dijminwarî ya li hember girtiyan re rû bir û ne. Dijmin têkçûna xwe bi hemû çavsoriya xwe bi hemû rê û rêbazan pêk tîne û vê ji xwe re rewa dibîne.
Mafê sohbetê tê astengkirin
Di pêvajoya sê salên dawî de bi vê armancê ji bo têkiliya girtiyan bi derve re qut bike her tiştî dike. Ev nêzî du sal in em kesên ligel hev dimînin, wekî din nikarin bi kesên din re têkiliyê daynin. Ev demek dirêj e em bi heman kesî re dimînin û ev pêkanîn ne mirovahî ye ne jî mirov dikarin hewcedariyên xwe yên jiyanî bikin. Sohbetkirin, dan û standina fikr hewcedairyeke û ev ferza civakîbûnê ye. Lê bi salane ev rêbaza tecrîdkirinê pêk tê. Tevî hemû hewldanan em derketin sohbetê lê ev jî di asta herî jêr de tê kirin. Em bi hevalên xwe yên qawişên din re nikarin hevdîtinê bikin, tenê bi çend kesan re tê kirin. Guhertina qawişan hîna jî nayên kirin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê daxwaza hevalan a guhertina qawişê nayên kirin.
Di hevdîtinan de rêbazên dijahlaqî
Ji bo em dernekevin hevdîtinan rêbazên cur bi cur ceribandin. Girtiyan bêzar dikin û hewl didin pêşî li hevdîtinan bigirin. Di çûyîn û hatina hevdîtinan de pêkanînên ku rûmeta mirovan dişkînin dest pê kirine. Dest didin cihên diyarkirî yên bedenê û cilên wan radikin, hewl didin çewisandinê pêk bîbînin. Bi vî awayî hewl didin girtiyan têk bibin û psîkolojiya wan xera bikin.
Destdana herêma genîtal wek tacîz nayê qebûlkirin
Yên tên hevdîtina girtiyan bi hincetên cuda ji lîsteyê hatin derxistin. Sedema vê jî lêpirsînên hatine vekirin nîşan didin. Kesên bi salan berê lêpirsîn lê hatine vekirin û hevaltiya wan re hatiye danîn, nirxandinên emniyetê bû sedema ku kesên tên hevdîtinê ji lîsteyê bê derxistin. Niha hemû girtî bi malbatên xwe re hevdîtinê dikin. Lê di hemû hevdîtinan de her tiştî li me dikin jehr. Di meha hezîranê de ji ber me silav da malbatên girtiyên din lêpirsîn hatin vekirin. Hinceta vê jî dayîna silavê û hevdu hembêzkirinbûn. Ji ber me îtîrazê lêgerînên gihiştine tacîzan kir û me bi malbatan re parve kir lêpirsîn vekirin. Gotin ‘li gardiyanan îftere kirine’ û dosyayan vedikin. Lêgerînên ku wek tacîzê ne wek tacîz nayên qebûlkirin.
Hinceta şewitandina înfazê: Hevalên xwe hembêzkirina hevalên xwe
Posteyên girtî navbera xwe de bi kar tînin bûne bi pere. Ji ber aboriyê bikaranîna posta hatine sekinandin. Di korîdorê de silavdayîn hevalên xwe hembêzkirin bûn qedexe. Axaftin qedexe ye. Hevalên me yên ku cezayên wan qediyane nayên berdan. Ji roja midûr guheriye hevalên me yên cezayên wan qediyane nayên berdan. Ev saleke 7 hevalên me yên di vê rewşê de hene. Lêgerînên divê mehê carê bên kirin hefteyê carê tên kirin. Ji lêgerînê wêdetir belavkirin e. Hemû alav tên serobinokirin. Xwarinên me datînin erdê. Hemû pirtûk tên parçekirin. Dema îtîraz tê kirin jî lêpirsîn tê vekirin.
Zextên psîkolojîk
Hevalên ku cezayên wan qediyane û nehatine berdan an jî çend meh mane cezayên wan biqede rastî lêpirsînên dîsîplînê tên. Govend gerandin, stranên kurdî di korîdoran de silavdayîn bûne hincetên dîsîplînan. Di qawişê de berzkirina dirûşmeyan. Li ser girtiyan psîkolojiya ku wê bên cezakirin ava dikin.
Girtî bi tacîza gotinî re jî tên rû hev
Ligel şîdeta tacîzê ya gardiyanan şîdeta gotinî jî pêk tê. Her tim diqîrin, girtekan digirin, tehdîd dikin, mazgalan li rûyê me digirin, hewadankê dişopînin, dikşînin kamerayan, kamerayên veşarî bi cih dikin. Em bi pêkanînên wisa re tên rû hev. Girtîgeh bersiv nadin daxwazên me. Bersivê nadin. Em mutaxaban nabînin. Bi dehan carî em daxwaznameyan dinivîsin lê bersivê nadin. Rojname û weşanên din em nikarin xwe bigihîninê. Her wiha tiştekî ku em fêm nakin heye. Cil û bergên me nadin me. Kargoyên tên nadin. Ji alavên em ji kantînê digirin KDV’ê digirin.
Helwestên kêfî
Gonul Erden, Ayşe Kaçar hevalên me yên nû hatine girtinê ye. Her du heval li gel hevalek ku pirsgirêkên psîkolojîk dijîn tên girtin. Heval tevî ku israr dikin qawişa wan bê guhertin daxwaza wan nayê qebûlkirin. Der barê gardiyanên di lêgerînê de tacîzê dikin biryara neşopandinê tê dayîn. Dest didin cihê genîtal û etekan radikin. Ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Em banga hestiyariyê dikin. Girtiyên jin yên girtîgeha Sîncanê….
Girtîgehê axaftin red kir
Li ser vê agahiya ku girtiyan ragihand em li girtîgeha Jinan a Sîncanê geriyan û me xwest em agahiyan bigirin. Lê rayedaran diyar kirin ku ne pêkan e agahiyê bidin wan û mafê axaftinê red kirin.