Cezayê Rojbîn Çetîn hate erêkirin

  • 18:32 19 Tebax 2025
  • Hiqûq
 
AMED - 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, 10 sal û 5 meh cezayê hefsê yê Hevşaredara Artemêtanê ya bere Rojbîn Sevîl Çetîn erê kir.
 
Cezayê hefsê yê 10 sal û 5 mehan ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” li Hevşaredara Artemêtanê ya Wanê ya bere Rojbîn Sevîl Çetîn hatibû birîn, ji hêla 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.
 
Rojbîn Sevîl Çetîn ku di sala 2014’an de hatibû hilbijartin û di dema hevşaredartiya xwe de gelek caran hate binçavkirin û girtin, herî dawî di 7’ê Tîrmeha 2020’ê de hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan  a Amedê. Di danişîna Rojbîn Sevîl Çetînê de ya di 26’ê Gulana 2023’yan de ku li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate lidarxistin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal û bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” jî 5 meh cezayê hefsê hate birin. Xebatên jinan û yên partiyên siyasî weke hinceta cezayê hate nişandan. Li gel vê, hevdîtinên bi endamên meclisa şaredariyê û hevşaredaran re û îfadeyên şahidên nepen jî weke hinceta cezayê hatin nişandan.
 
3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, îdia kir ku kirariyên di pêvajoya darizandinê de li gorî usûlê ne û tevahiya delîlên ji bo cezayê hatine nîşandan hiqûqî ne û b ceza erê kir.
 
Dê serî li AYM’ê bidin
 
Parêzera Rojbîn Sevîl Çetînê, Ekîn Yeter diyar kir ku cezayê hatiye dayin bi temamî li gorî îfadeyên şahidên nepen, çalaki, xwepêşandan û xebatên jinan hatiye dayin û bi vê yeke re mafê parastin û darizandina adilane, azadiya fikir û xweîfadekirinê, azadiya çalaki û xwepêşandanan hatine binpêkirin. Ekîn Yeterê bi van sedeman jî dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.