
Endamên HPG û YJA Starê li Amedê hatin bibîranîn
- 20:26 8 Îlon 2025
- Rojane
AMED - Bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DBPê û DEM Partiyê endamên HPG û YJA Starê li navçeya Rezanê hatin bibîranîn.
Bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Partîya Heremên Demokratik (DBP) de bi dirûşma “Em nirxên xwe bi bîr tînin” endamên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane li eywana avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatin bibîranîn.
Endam û rêveberên DBPê, DEM Partiyê, aktivistên TJAyê, Dayikên aştiyê, MEBYA- DER, Meclisa Xwandevanên Azad û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kemal Pir, endamên YJA- Starê û HPGê Nazli Taspinar (Emîne Erciyes), Leyla Acar (Zin Zagros), Sehriban Akin (Ekîn Amara Toldar), Sîdar Çiçek (Zana Farqîn), Arjen Yavuz (Çiya Rizgar), Semra Duva (Bêrîtan Amed), Alî Yaman (Derwes Çiya) li eywana Rêxistina Dem Partiyê ya Rêzanê hatin daliqandin.
Beriya bernameya biranînê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê degîqeyeke rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê bi dirusma “Sehît namirin” Û “Bijì Serok Apo” sînevîzyona ji bo 9 endamên
HPG û YJA Starê hatibû amadekirin hate temasekirin.
Di bernameyê de ewilî li ser navê MEBYA-DERê Meryem Soylu axivî û axaftina xwe de wiha got; “şŞehîdan canê xwe feda kir lê belê hin daxwazên wan jî ji me heye. Çi dibe bila bibe divê dayik êşên xwe bi hev re parve bikin. Kes nizane dayik çi winda kirine . Em di dema aştiyê dene lê dema aştiyê dema ser zêdetir dijware. Em minetdarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah
"Ocalan û van şehîdan in ”
Li ser navê Tevgeran Jinên Azad (TJA) Arzu Karaman axivî. Arzu Karaman bal kişand li ser Emîne Erciyes a ku di 20ê nîsana 2020an de li herêma Garê de jiyana xwe dest da û wiha got: “Ez hevala Emîne ji nêz ve jî nasdikim. Her tim bi rûken bû û têkoşîna xwe jì her tim bi rûkenî dikir bi raştî îro yê ku me di cihanê de dan nasîn ew in, şehîdên mene. Pêwîst e ku em xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Li ser sopa şehîdên xwe herin.”
Arzu Karaman di dawiya axaftina xwe de helbesta Mahîr Atakan a “Dengê dilê min” xwend.
Bername bi axaftina dayika aştiyê Afife Kartal bi dawî bû.