‘Bi qeyûman vîna gel ji holê hat rakirin’

  • 09:02 16 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - Tayînakirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê ket sala 3’yemîn û hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz wiha got: “Desthilatdariya rantxwir hişyarbûna jinê ji xwe re xetere dibîne. Em jinên ku pêşengên guherînê ne, di her demê de me her tişt aniye gel hev.
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de HDP li gelek bajaran bi ser ket û şaredariyên ku qeyûman di 2016’an de girtibûn dîsa dewr girt. Lê desthilatdariyê dîsa şaredariyên HDP’ê hedef girt û hevşaredar ji peywirê girtin û xistin girtîgehan.
 
Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz ku qeyûm tayînê şûna wê bû der barê mijarê de axivî.
 
Semîreyê da zanîn ku pêkanîna qeyûman a ewil di 11’ê îlona 2016’an de ketiye jiyanê û got: “Hemû saziyên jinan hatin girtin. Piştî vê di 2019’an de jî heman pratîk hat nîşandan. Em vê wek pêkanînek dijdemokratîk dinirxînin. Îradeya gel bi qeyûman hat beralîkirin.”
 
‘Mecrayên xwe bixwe rêve dibin hatin avakirin’
 
Semîreyê got tevgera jinên kurd, partiyên kurd, HDP û hemû partiyên din her tim polîtîkayeke wan ya xurt a jinê hebûye û wiha domand: “Dema polîtîkayên jinê hatin meşandin jî pergaleke ji tecrubeyên jinan yên cîhanê digirt hat avakirin. Di vê pergalê de paradîgmaya jin, ekolojîk demokratîk esas hat girtin. Mecreyên ku her kes dikare xwe birêve bibe hat avakirin. Hem beriya 2019’an hem jî piştî vê ev paradîgma di şaredariyên me de hatin bicihkirin.” 
 
‘Lê sê şaredariyên mezin xizmet hatin dayîn’
 
Semîreyê diyar kir ku li sê bajarên mezin Amed, Mêrdîn û Akdenîzê bi perspektîfa jinan xizmet hatiye meşandin û wiha dirêjî dayê: “43 navendên jinan jî ketin jiyanê. Li Qoserê tenê 6 malên gel hatin avakirin. Li Mêrdînê Navenda Jinan a Arîn, li Nisêbînê Navenda Jinan a Gulşîlav, li Şemrexê Rewşen, li Dêrikê Peljîn hatin vekirin. Di alî xizmetên perwerde û tenduristî û şîdeta li hember jinan de xebat hatin meşandin.”
 
‘Saziyên jinan hatin girtin’
 
Semîreyê bi lêv kir ku dema ev xebat dihatin kirin bêguman pergalê ev qebûl nekiriye û ev tişt bi lêv kir: “Ev xebatên me ji bo deshtilatdariyê bûn rîsk û di 2019’an de em bi dîsa bi qeyûman re hatin rû hev. Hemû navendên jinan hatin girtin. Di vî alî de di her cureyê xizmetê de valahiyek mezin çêbû. Dema me di 2019’an de şaredarî girtin hejmara jinan pir kêm bû. Di pêvajoya 2016’an de îstîhdama jinê gelek ezin bû. Serokatiyên daîreyên polîtîka jinê li Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn avakirin. Di vê mijarê de îstîhdam mijara gotinê bû. Lê mixabin piştî qeyûmên 2019’an dîsa serokatî hatin belavkirin. Mobîng li jinan pêkanîn û îstîfa lê ferzkirin. Me di 2019’an de navbera 3-9 mehan de xebat meşand. Dema me dewr girt texrîbatên cidî hebûn. Lê tevî her tiştî me hewl da.”
 
‘Mafê gotinê ji holê hat rakirin’
 
Semîreyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Berê ji xwe jin ji qada cemawerî dihatin dûrxistin. Şîdeta li ser jinê hebû. Mafê jinan yê gotinê tunebûn. Bi şaredariyên HDP’ê re ji bo jinan derfet avabû. Lê bi tayînkirina qeyûman re îrada jinê, îrada gel, îrada hilbijartinê ji holê hat rakirin. Hişyariya jinê ji bo wan bû xetere. Ji ber vê jî em gelek girîngiyê didin rêveberiyên herêmî.”