40 kesên ku li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 14:08 16 Tebax 2022
  • Rojane
AMED - Li Amedê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî di nav de hebûn 40 kesên ku bi îxbarên bêbingeh hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Li Amedê di 13’yê tebaxê de nîvê şeve li ser hev 3 caran îxbar hatin kirin. Di encama van îxbaran de polîsn bi ser malan de girt û 40 kes kirin binçavan. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî di nav de 40 kesên du rojan di binçavan de man, duh êvarê li Midûriyetat Polîsan a Amedê îfadeyên wan hatin girtin. Piştî îfadegirtinê 40 ciwan hatin berdan. Ciwanan di îfadeyên xwe de diyar kirin ku îxbarên hatine kirin bêbingeh in.