
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Armanc valakirina herêmê ye
- 14:21 16 Tebax 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî êrişên li hemberî Kobanê, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê daxuyanî da û got: "Armanca êrişan ji bo tirsandin û koçberkirina gel û valakirina herêmê ye."
Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê û derdora wê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek belav kir.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha got: "Niha Kantona Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û balafirên wê yên bêmirov ên biçek ve tê topbaran kirin. Di encamê encamê de gelek sivîl birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.
Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewamiya nêzîkatiyên wê yên êrişkar ên ji bo tirsandin û koçberkirina gel û valakirina herêmê ye. Berpirsiyariya van êrişan dewletên garantor ango Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ne, ji ber ku parastina van herêman ji êriş û destdirêjiyan girtine ser xwe."
Her wiha Nivîsgeha Ragihandinê jî li ser hesabê medya dîjîtal ên Rêveberiya Xweser hişyarî da xelkê û destnîşan kir ku ji ber bombebarana bêserûber ya Tirkiyeyê pêwîste her kes di malên xwe de bimîne.
Tirkiye ji danê sibehê ve navenda bajarê Kobanê û gundên li rojhilat û rojavayê wê topbaran dike. Di encama topbaranê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Her wiha hat ragihandin ku di êrişan de ciwanê bi navê Ela Îbo (19) li taxa Kobana Nû birîndar bûye.
Hat diyarkirn ku topbarana li ser heêmê berdewam dike.