TJA: Em bibin dengê jinên efgan

  • 14:51 16 Tebax 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, derbarê berxwedana jinên li Efganîstanê de daxuyaniyek da û got: "Jinên efgan bi hezar sal in li dijî barbarî û otorîteriyê bê navber têkoşîna xwe bi rêxistin dikin. Em radigihînin ku em ê bibin dengê jinên efgan û em ê dengê xwe bilind bikin." 
 
Piştî ku DYA’yê leşkerên ji Efganîstanê kişandin û Talîban piştî 20 salan şûnde dîsa Efganîstan girt bin kontrola xwe. Di 15’ê tebaxê de Talîban ket Kabîlê û bi awayekî fermî Talîban welat ji nûve birêve bir. Piştî Talîban hat serê ewilî jin hedef hatin girtin. Derbarê mijarê de Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Di bin rêveberiya Talîbanê de ev saleke gel bi şer, birçîbûn, xizanî û tirsa tundiyê jiyana xwe derbas dike. Ev salek e jinên efganî li dijî hemû dewlet û sîstemên cîhanê şer dikin. Jin li her qadê diqire ku hemû dewletên ku vê zilmê dişopîne û qebûl dike, şirîkê rejîma Talîban e. Jinên efgan bang li jin û mêrên efgan dikin ku li cîhanê têkoşîna xwe ya li dijî otokratên dirû zêde bikin. Jinên efgan ên ku ev saleke li kolan û malan xwe birêxistin dikin, bûne hedefa rejîma Talîbanê.
 
Gelê Efganîstanê 30 sal in mehkûmî şer û çewisandinê ye. Êdî banga wan ji dewletan re nemaye! Ev yeka ku civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî îsal li hember çewsandina Talîbanê bêdeng man, nîşan dide ku ew jî wek Talîbanê şirîkên vî sûcî ne. Jinên Afganî bang li jinên cîhanê dikin û dixwazin ku em bibin dengê wan û têkoşîna wan a edaletê mezin bikin. Em weke jinên kurd li dijî polîtîkayên şer û tundiyê yên rejîmên otorîter û totalîter ên 40 sal in têdikoşin. Me sirgûn dikin, dikujin, diavêjin zindanan. Em vê rejîmê nas dikin.
 
Her çiqas erdnîgarî biguhere jî pratîka têkoşîn û berxwedanê naguhere. Teref bi hezaran sal in heman tişt in. Jin jî bi hezaran sal in li dijî barbarî û desthilatdariyê bê navber têkoşîna xwe bi rêxistin dikin. Em îro têkoşîna jinên efgan ku yek ji sembolên berxwedanê ye silav dikin û dibêjin ku berxwedana me jî ji heman kokê ye. Têkoşîna ku em li hemberî zîhniyeta dijminan didikin hevpar e. Em radigihînin ku em ê bibin dengê jinên efgan û em ê dengê xwe bilind bikin.”