
Aysel Tugluk bi koronayê ket
- 15:45 16 Tebax 2022
- Rojane
ENQERE - Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk, Fîgen Yuksekdag û Laleş Çelîker bi koronayê ketin.
Rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ya li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê girtiye û nexweşê demansê ye, her diçe giran dibe, bi koronayê ket. Her wiha Hevsaroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag û Laleş Çelîker jî bi koronayê ketin.
Girtiyên ku di bin karantînayê de nin û hat diyar kirin ku rewşa wan baş e.