Li Îzmîrê 'Nobeta Edaletê': Girtiyên nexweş berdin

  • 17:05 16 Tebax 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê "Nobeta Edaletê" di roja 99'an de didome. Çalakvanan nobetê xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan. 
 
Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û bidawîkirina tecrîda li girtîgehan, li Îzmîrê dest bi "Nobeta Edaletê" kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 99’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê domiya. Çalakvanan pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn. Her wiha Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê jî piştgirî da malbatan. 
 
Di çalakiyê de Hevserokê HDP’a Karşiyakayê Memfî Yilmaz axivî û got ku ew piştgirî didin malbatên girtiyan û wiha got: “Li girtîgehan zextekî sîstematîk tê kirin. Zexta psîkolojîk li ser girtiyan dikin, mafê wan ê telefonê tê astengkirin û hevdîtinan bisînor dikin. Girtî li girtîgehê di nava girtîgeheke din de ne. Polîtîkaya zextê ya desthilatdariyê ya li ser girtîgehan didome. Divê girtîgeh di zûtirin demê de werin valakirin. Pirsgirêkên Aysel Tugluk dijî, di qada navneteweyî de jî tên nîqaşkirin. Lê nayê berdan. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Divê hemû kes guh bide dengê dayikan. Tevî hemû bêhiqûqiyan jî fedekariyeke mezin dikin û çalakiya xwe didomînin.”