Li Cizîr û Hezexê belavok hatin belavkirin û civîn hatin lidarxistin
- 18:59 16 Tebax 2022
- Rojane
ŞIRNEX – Li Cizîr û Hezexê bi minasebeta salvegera tayinkirina qeyûman belavok hatin belavkirin û civîn hatin lidarxistin.
Bi minasebeta salvegera tayînkirina qeyûman, li navçeyên Cizîr û Hezexa Şirnexê, ji hêla Meclîsa Jinan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Şirnexê û endamên Rêveberiyên Herêmî ve belavok hatin belavkirin û civînên jinan hatin lidarxistin.
Cizîr
Jinan li taxa Cûdiyê ya Cizîrê li bazarê belavokên ku li ser wan “Qeyûm darbe ye” , “Hevserokatî xeta me ya xemrî ye”, “Qeyûm talan e” belav kirin.
Hevseroka Rêxistina HDP’ê yê bajarê Şirnexê Sabuha Akdag, Hevşaredara HDP'ê ya Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn.
Hezex
Li Hezexê jî jinan di destpêkê de li bazara taxa Atakentê belavok belav kirin. Piştre li taxa Dîcleyê civîna jinan li dar xistin. Endam û rêveberên navçeya HDP’ê yê Hezexê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de rola qeyûmê ya li ser talankirinê û rola qeyûmê ya li ser xebatên jinê hat nîqaşkirin. Jinan nerazîbûnên xwe yên li dijî qeyûmê anîn ziman û tayinkirina qeyûman a li ser îradeya gel şermezar kirin.