
ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
- 09:00 17 Tebax 2022
- Rojev
* Li gundê Gomana Şemzînanê amadekariyên zivistanê dest pê kir. Fatma Ozeruysal da zanîn ku fêkiyên ku kom dikin hişk dikin û piştre ji bo debara xwe difroşin. BI DÎMEN
*Parêzera Aysel Tugluk, Reyhan Yalçindag, biryara DDB’ê ya derbarê Aysel Tugluk de hatiye dayîn nirxand û got: “Dozger û dadgerên îro dosyaya tê ber wan, li gorî nasname û paşeroja wan ya siyasî dinirxînin. Em xwe amade dikin serî li DMME’ê bidin. Ji bo înfaz bê taloqkirin me serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê da.”
* Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, di salvegera 3’yem a tayînkirina qayûman de bal kişand li ser armancên sîstemê û got: “Ne xebata di nava 4 dîwaran de, xebata di nava gel de girîng e. Em di nava gel de erka xwe berdewamdikin. Em ê xeyalên ku nîco mayî temam bikin." BI DÎMEN
* Dayika Îpek Er Hakîme Kilinç, bertek nîşanî bêzezahiştina Mûsa Orhan da û got: "Êşa min hîn jî wek wê rojê ye. Ez dixwazim edalet pêk bê. Ez bang li raya giştî dikim ku xwedî li doza keça min derkevin." BI DÎMEN
* HDP, DBP û TJA bi şîara “Li dijî metîngeriyê, azadiya civakê” wê li Şirnexê şahî li dar bixe.(17.00) BI DÎMEN