
Ji bo cenazeyên li depoya nexweşxaneyê dimînin bang
- 11:42 17 Tebax 2022
- Rojane
COLEMÊRG - Cenazeyên 11 şervanên HPG’ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dane li depoya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên girtin. Welatiyên ku bûn şahidê rewşê, bang li saziyên mafên mirovan kirin ku ji bo vê rewşê bikevin nava hewldanan.
Cenazeyên 11 şervanên HPG’ê ku di şerê Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li herêmên ser sînor ên Colemêrgê û herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê daye destpêkirin de jiyana xwe ji dest dane li depoya Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên girtin. Welatiyên ku bûn şahidê cenazeyên li şûna morgê li depoyê tên ragirtin, bang li saziyên mafên mirovan kirin ku ji bo vê rewşê bikevin nava hewldanan.