
TAJÊ: Emê piştevanê gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bin
- 12:00 17 Tebax 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser bakur û Rojhilatê Suriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Armanca dewleta Tirk careke din nûkirina xeyala Osmaniya ne. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li dijî tevahî sîstemên hegomonîk û zihniyeta dagirker e, Emê hertim piştevanê rojavayê Kurdistanê bin.
Daxuyanî wiha ye: "“Ev demeke êrîşên dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûryê zêdetir û dijwartir bûne, bi taybet piştî civîna Soçî ya li Tehranê diyare çira kesk ji dewleta Tirk re hatiye pêxistin. Ji ber vê yekê, li ber çavên cîhanê dewleta Tirk, êrîşî Rojava dike, sivîlan qetil dike, lê mixabin saziyên Navnetewî li hember vê hovîtiyê bêdeng in, bêdengî jî tê watya erêkirina vê rastiyê.
Wek tê zanîn Kobanê warê berxwedanê û cihê têkçûna DAIŞ ê ye. Dema ku Erdogan digot Kobanê ket wê bikeve, di wê kêliyê de ala serkeftinê bi xwîna şehîdan hat bilindkirin. Di roja îro de êrîşên dewleta Tirk li ser Kobanê tên wateya ku tola DAIŞ ê tê hilanîn.
Ji êrîşan Rûsay û Kolalîsyona Navnetewî berpirs in
Bi giştî êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê bi taybet Kobanê, ku di encamê de sê sivîl birîndar bûn û zarokê 12 salî yê bi navê Mihemed şehîd ket. Her wiha 16 endamên hûkumeta Şamê jiyana xwe ji destdan û sisê jî birîndar bûn. Ji van êrîşên tên kirin Rûsya û koalîsyona navnetewî berpirsyar in. Her wiha berpirsartiya hûkumeta Şamê jî tê de heye. Pêwîst e hikûmeta Şmaê xwedî helwest be li hemberî destwerdana dewleta Tirk li ser xaka Sûryê.
Em ê piştevanê gelê xwe yê Rojava bin
Di dawî de em tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi tundî êrîşên li ser Rojavayê kurdistanê şermezar dikin. Her wiha em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin. Em careke din bi bîr dixin ku dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an Gelê Kurd yê rojavayê kurdistanê bi erka xwe rabû, xwedî li civaka Êzidî derketi. Êm ê herdem piştavanê gelê xwe yê rojavayê Kurdistanê bin.”