
Xizmên girtiyan ji ber Saziya Tipa Edlî bang kirin
- 12:50 17 Tebax 2022
- Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin ji bo bên berdan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 274'an de berdewam dike.
Nobeda Edaletê ya ji aliyê malbatan ve li Amedê ji bo berdana giriyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hat şewitandin, îro jî li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) berdewam kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Xizmên wan Hatine Windakirin (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUHAY- DER) piştgiriya malbatan kir.
'Bila girtî bikaribin bijîn'
Ji xizma girtiyan Încî Guler jî diyar kir ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin nobeda Edaletê digirin û got, "Em dixwazin zarokên me bên berdan. Em ê her tim li benda berdana xuşk bira û xizmên xwe bin. Qanûnên xwe pêk bînin. Ji ber ku em kurd in ji me re dibêjin 'Em ê zarokên we li ber çavên we bişînin girtîgehê.' Lê zarokên wan jî hene, bila girtî bikaribin bijîn."
Daxuyanî bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Heq hiqûq, edalet" û bi çepikan bi dawî bû.