Jin texrîbatên qeyûman nîqaş dikin

  • 13:04 17 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - Di panela "Texrîbatên ku qeyyûm li qada jinan kiriye û avakirina xeta têkoşîna hevpar" de, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Em ji roja ewil ve dibêjin qeyûm li dijî îradeya gel, îradeya mafê hilbijartinê û gelê kurd êriş e. Divê em destkeftiyên jinan ên hevpar biparêzin."
 
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şanoya Bajêr a Amedê bi navê "Texrîbatên ku qeyyûm li qada jinan kiriye û avakirina xeta têkoşîna hevpar" panelek li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosayê, Seroka Giştî ya KADAV’ê Ayşe Yetmen, rojnamevan Ayşe Duzkan jî tê de, nûnerên sazî û rêxistinên jinan di panelê de amade bûn. 
 
Hevseroka Sendîkaya Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (Hemû Bel-Sen) a Şaxa Amedê Nîhal Yanîk, Koordînatora Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç, Hevseroka berê ya Şaredariya Akdenîza Mêrsînê Yuksel Mutlu, endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tirenç Îpek Ulaş, ji Komeleya Mafên Mirovan a Jinan Zelal Ayman û ji Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer jî wek axaftvan di panele de amade bûn. 
 
Ayşe Acar Başaran axaftina destpêkê ya panele kir û diyar kir ku ew ji sala 2016’an ve dibin şahide rûxandina qeyûman a li bajarên bakurê Kurdistanê û qeyûman şaredarî veguherandiye qereqol û hêlîna rantê û qada îktidarê kul ê bertîlê bixwin. 
 
Ayşe anî ziman ku lazim e ku qeyûm bi berfirehî bên nîqaşkirin û wan ji sala 2014’an ve li şaredariya modela hevserokatiyê xistine meriyete û bi temsîlyeta wekhev di rêveberiyên xwecihî de bû azmûna yekemîn. Ayşe destnîşan kir ku karê ewil ê qeyûman ew bû ku sazî û dezgehên jinan bigirin û hemû xebat û saziyên jinan kirin armanca xwe û xwestin bi vê yekê saziyên jinan û jinan bikin hedefa îktidarê. 
 
Ayşe anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman û midûrên zilam re li şaredariyan feraseta serdest a zilam bicih kirine û got: “Dixwazin jin li ber dewlet û îktidarê serê xwe bitewînin. A rast bi tayînkirina van qeyûman û midûrên xwe dixwazin li ser îradeya jinan û temsîlyeta wekhev êrişan pêk bînin û ji holê rakin. Me li gorî pêdiviya jinan bi perspektîfa xizmetê hereket dikir. Lê niha ew xizmet ji wê perpektîfê gelek dûr e. Niha em bi rejîma qeyûm ku qet îradeya jinan nas nake û tune dihesibîne re rûbirû ne. Em ji roja ewil ve dibêjin qeyûm li dijî îradeya gel, îradeya mafê hilbijartinê û gelê kurd êriş e. Her wiha qeyûm li dijî îradeya jinan û îradeya veguherînê jî êriş e. Divê em destkeftiyên jinan ên hevpar biparêzin. Îktidar hin bêtir bi awayek tund destkeftiyên me tune dike. Divê em bi têkoşînek hevpar destkeftiyên xwe û bo siberoja xwe bixebitin. Em dikarin bi têkoşînek hevpar destkeftiyên xwe biparêzin.” 
 
Panel bi axaftinan berdewam dike.