Ji panela jinan banga domandina têkoşîna hevpar

  • 16:25 17 Tebax 2022
  • Rojane
AMED - Di panela "Texrîbatên ku qeyyûm li qada jinan kiriye û avakirina xeta têkoşîna hevpar" de, jinan da zanîn ku qeyûm dişibe “Waliyên mêtingehiyê” û banga têkoşîna hevpar kirin. 
 
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şanoya Bajêr a Amedê bi navê "Texrîbatên ku qeyyûm li qada jinan kiriye û avakirina xeta têkoşîna hevpar" panelek li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosayê, Seroka Giştî ya KADAV’ê Ayşe Yetmen, rojnamevan Ayşe Duzkan jî tê de, nûnerên sazî û rêxistinên jinan di panelê de amade bûn. 
 
Hevseroka Sendîkaya Hemû Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (Hemû Bel-Sen) a Şaxa Amedê Nîhal Yanîk, Koordînatora Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç, Hevseroka berê ya Şaredariya Akdenîza Mêrsînê Yuksel Mutlu, endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tirenç Îpek Ulaş, ji Komeleya Mafên Mirovan a Jinan Zelal Ayman û ji Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer jî wek axaftvan di panele de amade bûn. 
 
Axaftina destpêkê ji hêla Ayşe Acar Başaran ve hat kirin û piştî axaftina hevşaredara Akdenîzê ya bere Yuksel Mûtlû jî axaftvanên din axivîn. 
 
'Li dijî jinan polîtîkayek taybet hat meşandin'
  
Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş di panelê de axivî û destnîşan kir ku qeyûman di qadên têkoşîna li dijî tundiyê de rûxandinên mezin çêkirine û got: “Bi ragihandina OHAL’ê re hemû şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin. Îro jî feraseta qeyûm li ser 45 şaredariyan berdewam dike. Li hemû şaredariyên qeyûm danîne ser, deriyê saziyên jinan hemû hatin qiflekirin. Hemû sazî û dezgehên çand û hunerê veguherandin kursên quranê. Veguherandin qadên di bin navê olî de. Navendên şewirê veguherandin kursên quranê. Ev sazî tên maneya girtinê. Her wiha stargehên jinan ên şaredariyan hatin girtin. Polîtîkayek taybet li dijî têkoşîna jinan hat li pêşxistin. Bi tayînkirina qeyûman re tundiya li ser jinan zêdetir bû. Qeyûman kirinên nebaş kirin. Cihek ku jin biçin serî lê bidin, nema û hemû qad hatin girtin. Polîtîkaya qeyûman ew e ku pergala hevserokatiyê dabeş bikin. Bi qeyûman xwestin peşkê li têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bidin. Lê me berevajî polîtîkayên wan torên xwe ava kirin û têkoşîna me berdewam dike.
 
'Dixwazin jinan di malê de tengav bikin'
 
Ji rêjeya ji sedî 86 jinan û zilaman ji polîtîkaya qeyûman bawer nakin û piştî qeyûman cihek ku jin biçin serî lê bidin nehatin hiştin û jin diçin serî li baro û sendîkayan didin. Piştî tayînkirina qeyûman jin bi awayek cidî bi tengaviyan re rûbirû mane û qeyûm ji bo tevahiya civakê rûxandinek cidî ye. Hikûmet tundiya li ser jinan zêdetir dike. Bi destên qeyûman têkoşîna jinan a li dijî tundiyê hat tunekirin. Fihûş û tiryak bi awayek cidî zêde bûye. Ev wek polîtîkayek dewletê bi taybetî li bajarên herêmê tê kirin. Biçin Rezanê û Sûrê hûnê dîmenên vê yekê baş bibînin û pê re rûbirû bimînin. Jinên ciwan dixin nava fihûşê, tiryakê. Leşker û polîs jî jinan dixin nava vê tora tiryak û fihûşê. Dixwazin îradeya jinan bixînin û têk bibin. Dixwazin civakê dejenere bikin. Êrişî her qadan dikin. Şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm de li Sûrê ‘Sûka Hanimeller’ ava kirin. Bi vê yekê dibêjin ‘karê jinan mitbex e, xanima malê ye ew dikare xwarinê çêke’. Dixwazin jinan di malê de tengav bikin.” 
 
'Divê zimanê kurdî bê parastin'
 
Ji Komeleya Mafê Mirovan a Jinan Zelal Ayman destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bi siyaseta giştî ya Tirkiyeyê ve girêdayî ye û beriya qeyûman êrişên li ser îradeya jinan dest pê kirin û bi tayînkirina qeyûman re zext û êrişên li ser jinan zêdetir bûn. Zelal diyar kir ku qeyûm pirsgirêka hevpar a her kesî ye û divê li dijî vê têkoşînek hevpar bê dayîn. Ayman qeyûmên hatine tayînkirin şiband “waliyên mêtingehiyê” û wiha got: “Ev dewlet dibêje ‘ez mêtingeh im, ev der mêtingehiya me ye, ez walî tayînî ser we dikim’. Bi vî awayî waliyan tayin dike. Ev feraseta ‘tu tune yî, ez heme’ ye. Divê li dijî vê yekê zimanê kurdî bê parastin. Divê em ji bo zimanê xwe têbikoşin. Lazim e em kurdî zindîtir bikin. Divê em têkoşîna jinan a ji bo kurdî her tim derxin pêş. Lazim e em mafên çadnî û ziman her tim li pêş bigtirin. Em bi nirxên xwe dizanin. Ez di wê fikre de me ku jinên kurd dikarin li ser ziman û çanda kurdî kargehan li dar bixin. Qeyûm di heman deme de polîtîkayên asimîlasyonê li ser kurdan disepînin û ez pêşniyar dikim ku bila HDP’ê li dijî polîtîkaya asimîlasyonê panel û civînan li dar bixe." 
 
'Xebatên çand û hunerê hatin astengkirin'
 
Ji Şanoya Bajêr a Amedê Elvan Koçer jî di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qeyûmê ya li ser xebatên çand û hunerê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Qeyûm çawa sazî û dezgehên jinan girt, sazî û dezgehên çand û hunerê jî girt. Rêveberiyên herêmî xwedî erkên ku bi qanûnan hatine diyarkirin hene. Dema em li pêvajoyên ku em tê de dijîn dinêrin, siyaseta kurd di serdemeke ku ziman û çand hebû de bûye desthilatdar. Ji xebatên rê û peyarê ku karê wan ê sereke ne, heta gihandina ava sereke pirsgirêk hebûn. Ya girîngtir pirsgirêka erdnîgariya bindest bû. Di rêveberiyên herêmî de pergala hevserokatiyê yekemîn e. Ev yek bû sedem ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî zemîneke nû derkeve holê. Di DBB’ê de pergala Hevserokatiya Giştî ya Hunerî hate destpêkirin. Bi vî awayî bernameyên şanoyê dihatin meşandin.
 
Me alternatîfên nû avakir
 
Di wan saziyan de ji bilî rantê tiştek nîne. Hunermendên ku xebat meşandine, di demeke kin de alternatîfa xwe afirandin û rêxistinbûna xwe ava kirin. Şanoya Bajêr a Amedê jî mînakek wiha ye. Aram Tîgran bi Konservatuara Bajêr Ma Muzîkê re alternatîfek çêkir. Niha çima jin li ber xwe didin û israr dikin? Me bi salan ji bo azadiya jinê têkoşiya, gelek destkeftî bi dest xistin, lê belê me gelek bedel dan. Me ji bo nasnameya civakî têkoşîn kir. Têkoşîna nasnameya hunermend bi rêveberiyên herêmî re veguherî nasnameya hunermendê civakî. Bi taybetî di van 40 salên dawî de têkoşîna jinê mêraniya rast anî û ji cîhanê re bû mînak. Her çiqas ev potansiyel rêveberiyên herêmî bin jî, xwediyê îradeya rastîn jinên kurd in. Em jin nûnerên çanda berxwedanê ji siyaseta heyî wêdetir xwedî rastiyeke civakî ne. Ya ku wê me ber bi pêşerojê ve bikişîne helwesta bi biryar a jinan e. Di nava jinên kurd de ev potansiyel têra xwe heye." 
 
Piştî axaftinên panelîst û beşdarvanan panel bi dawî bû.