Li Şirnexê şahiya gel

  • 19:55 17 Tebax 2022
  • Rojane
ŞIRNEX – HDP, DBP û TJA li Şirnexê bi dirûşma “Li dijî metingeriyê, azadiya civakî” şahiya gel hat lidarxist. Di şahiyê de peyama li dijî metingeriyê mezinkirina berxwedanê hat dayîn.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Li dijî metingeriyê azadiya civakî” li Şirnexê şahiya gel hat lidarxistin. Şahî bi coşekê mezin dest pê kir. Di salona şahiye de flamayên HDP’ê û DBP’ê hatin daliqandin. Her wiha pankarta “Li dijî metingeriyê azadiya civakî” jî hat daliqandin. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, rêxistinên navend û navçeyên HDP’ê yê Şirnexê , Meclîsa Ciwanên HDP’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û MEBYA-DER beşdarî şahiyê bûn.
 
Jinan bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi stranên kurdî û gerandina govendê dest pê kir. Girseyî gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “ Bijî berxwedana HDP” berz kir.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê şahî bi axaftina Hevserokê HDP’ê Bajarê Şirnexê Abdullah Gungen ve dest pê kir. Abdullah, balê kişand li ser têkoşîna Gelê Kurd û destnîşan kir ku heya azadî û tîfaqa Gelê Kurd neyê ava kirin dê têkoşîn û berxwedana wan jî ranaweste.
 
Parlementerê HDP’ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî diyar kir ku sed sal in armanc dikin ku Gelê Kurd tune bikin û wiha axivî: “Di peymana Lozanê de xwestin deskeftiyên Gelê Kurd tune bikin. Xwestin ziman, dîrok , çand û nasnameya Gelê Kurd tune bikin. Bi dehan caran komkujî û jenosîd li ser vî gelê hate kirin. Ligel van hemûyan jî ev gel bi zilm û zordestiyan çok denanî. Îro xwezayê me tê tine kirin, Ji girtîgehan cenaze derdikeve. Bi van yekan ev desthîlatdar hê jî bi zîhnîyeta xwe ya faşîst, metînger û kollonyalîzmê berdewam dikin.”
 
‘Heqîqeta Kurdîstanê divê were qebûlkirin’
 
Huseyîn, balê kişand li ser êrîşên Tirkiyê ya li ser Gelê Kurd û got: “Îro tecrîda li ser Îmralî, êrişên li ser Başûr, Rovavayê bingeha xwe ji vî zihnîyetê digire. Îro yên ku xwestin Gelê Kurd qîr bikin di her qadan ve têk çûne. Gelê Kurd jî berxwedan û têkoşîna xwe mezintir dikin. Tirkiyê di şer de bi israr e. Lê em carek din dibêhin heya ku pirsgirêka kurd neyê çareser kirin heya ku heqîqeta Kurdistane neyê qebûlkirin tu pirsgirêk û aloziyên Tirkiyeyê nayê çareserkirin.”
 
Şahî bi stran û govend gerandinê bi dawî bû.