
ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
- 09:00 18 Tebax 2022
- Rojev
*Bedrîye Înedî ku kurê wê Celal Înedî yek ji gritiyên nexweş û 4 sal in girtiye, destnîşan kir ku ne tenê malbatên girtiyan divê herkes li dijî rewşa girtiyan rabe ser piyan û bibe dengê girtiyan. DÎMEN HEYE
* Karkera Şaredariya Erxaniyê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin Rojda Kalhan, têkildarî polîtîkayên qayûm ên li dijî wan got: “Ez di yekîneya jinan de dixebitîm û karê paqijiyê dikim. Di vê pêvajoyê de me ruyê wan dît. Navê jinan jî di şaredariyê de naxwazin. Ji bo em ji kar derbikevin mobîngê dikin û mafên me tên binpêkirin. Qereqol û emniyete bi me didin paqijkirin. Ji bo em nebin sendîkayî jî bi ji kar derxistinê gefan li me dixwin.” DÎMEN HEYE
* Êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomin. Jinên ji Kantona Kobanê bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî dan û gotin: "Bêdengiya navneteweyî derfetê dide ku Dewleta Tirk êrişên xwe berdewam bike. Ka Dewletên Navneteweyî yên ku behsa mafên zarok û gel dikin? Em banga berxwedanê li gelê dikin." BI DÎMEN
*Hevseroka SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak da zanîn ku li Amedê hejmara kesên bi kovîdê dikevin zêde bûye û hejmara nexweşan 4 kat zêde ye.
Ji roja ku li cîhanê vîrusa korona (Covîd -19) hat dîtin şûnde ji dawiya sala 2019’an şûnde bi mîlyonan kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê tê gotin ku ji ber vîrusê 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê di navbera 1-7’ê Tebaxê de 380 kesî jiyana xwe ji dest daye û hejmara nexweşan 226 hezar û 532 ye. Li gorî pisporan jî hejmar hîn bêtir zêde ye. DÎMEN HEYE
*Li Wanê ji ber krîza aborî jinên li kargeriyan bi pereyekî kêm dixebitin, diyar dikin ku kargeh jî jinan terîch dikin û rojê 12-13 saetan jinan didin xebitandin. Jinan diyar kirin ku tevî evqas xebat nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn jî bistînin. DÎMEN HEYE
* Parêzera Îpek Er Nesrîn Bîlge, diyar kir ku di her danişîna dozê de mudaxaleyê malbatê kirin û got: "Ger darizandin bi awayekî adil bihata kirin, îro her welatiyek bi rehetî dikarî serî li meqamên edlî û darazê bida. Ji ber vê jî darazê peywira xwe bi cih neanî.”BI DÎMEN
* Ji bo salvegera qeyûman wê li navçeya Hezexê ya Şirnexê civîna taxan were lidarxistin.(16.30) BI DÎMEN