Jinên Kobanê: Dê berxwedana me bi ser keve

  • 09:05 18 Tebax 2022
  • Rojane
Yara kendeş
 
KOBANÊ - Êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomin. Jinên ji Kantona Kobanê bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya navneteweyî dan û gotin: "Bêdengiya navneteweyî derfetê dide ku Dewleta Tirk êrişên xwe berdewam bike. Ka Dewletên Navneteweyî yên ku behsa mafên zarok û gel dikin? Em banga berxwedanê li gelê dikin."  
 
Êrişên rojane yên dewleta Tirk a li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi tank, topa û balafirên keşfê ên biçek zêde bûn. Di 16'ê tebaxê de navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê, gundewarê navçeya Til Temirê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, 5 gundên rojavayê bajarê Girê Spî hatin topbarankirin. Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan ji hêla gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê şermerzarkirin. 
 
Gelê ku êrişan bi daxuyanî çalakiya şermezar dikin, banga mezinkirina têkoşînê dikin. Di vê çarçoveyê de jinên Kantona Kobanê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Dê berxwedana me bi ser keve'
 
Ji Dayikên Aştiyê Êm Şiblî, di destpêka axaftina xwe de behsa gef û kiryarên dewleta tirk a li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Em di hûndirê mala xwe de ne, ji ber kiryarên Dewleta Tirk em nikarin bi aramî di mala xwe de rûnin. Em her tim bi tirs dijîn û nikarin karekî bikin. Ez pîrejinek im temenê min mezin e, kesek li gel min tuneye, dema dengê teqînekê ji dûr ve tê ez dibêjim xwedê star bike dîsa tirk li me dide. Ez nizam çi me dixwazin çi mafê wan heye li ser axa me. Rojane em ê şehidek oxir dikin. Divê êdî em sînorekî deyîn, lê divê bê zanîn ku em tu carî dev ji welatê azad bernadin. Kî çi dike bila bike. Di dawiyê de berxwedana me bi ser keve."
 
'Li dijî Projeya Neteweya Demokratîk derdikevin' 
 
Cemîle Xelîl a ciwan, bertekên xwe li hemberî êrişên Dewleta Tirk anî ziman û wiha bi lêv kir: "Em weke jinên li vê herêmê tu carî êrişên Dewleta Tirk û dagirkeriya li ser axa xwe qebûl nakin. Dewleta tirk bê navber êrişî axa me ya pîroz dike, êrişê Amûd û Şehbayê dike. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser Projeya Neteweya Demokratîk a ku tevahî gel hembêz dike dijî. Em ê hertim li ber xwe dibin, em dibinîn ku Dewleta Tirk çavên xwe sor kirine û ji jiyana me ya azad ne razî ne. Em sîng bi sîng li ber dijminê hov bisekin in.”
 
‘Ka rêxistinên mafên mirovan?' 
 
Feyroz Şêxo ya ciwan jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser berxwedanê: "Li hemberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov êrişê şênî, zarok, jin, pîr û kalan dikin. Her wiha pêşengên jin jî hedef tê girtin. Bi tang û topên xwe êrişê li me dikin. Navneteweyî li ber van kiryar û gefan tu helwestî nîşan nadin. Ji xwe bêdengiya wan derfetê dide ku Dewleta Tirk êrişên xwe berdewam bike. Ka Rêxistinên Mafên Mirovan? Ka Dewletên Navneteweyî yên behsa mafên zarok û gel dikin? Em bang li hemû gelên xwe dikin ku bi hevdûr e li hember dagirkeriyê bisekinin.”
 
‘Ma kes dengê me nabhîse' 
 
Ji Dayikên Aştiyê Wehîde Mihemed, da zanîn ku li herêmê bi taybetî jin bi hovitiyê re rûbirû dimîne û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ne roja me roj e, ne şeva me şev e. Qirêjehiya Dewleta Tirk a li hemberî herêmê tu carî naqede. Li bajarê me li me dide. Ma qey mirov dikare wisa bijî. Bi rastî nema ev bêdengiya Emerîka û Rûsyayê tê qebûlkirin. Ma kes dengê me nabihîse! Êdî bes e ji Dewleta Tirk re, êdî tu hovîtî nema ku anîn serê me. Lê belê divê bê zanîn em gel bi hêz in."