Komkujiya 92'yan a Şirnexê hat bîranîn

  • 13:15 18 Tebax 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, bi minasebeta salvegera 30’yemîn a Komkujiya Şirnexê ya ku di encamê de 55 kes hatibûn qetîl kirin de serdana gorîstanan kir. Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr di bernameya bîr anînê de axivî û got: “Em van komkujiyan ji bîr nakin. Em ê li dijî faşîzm û dagirkeran li ber xwe bidin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, ji bo 30’emîn salvegera Komkujiya Şirnexê ku di encamê de 55  kes hatibûn qetîl kirin, serdana gorîstanan kir. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî biranînê bûn. 
 
'30 sal in bi heman zîhniyetê êriş tê kirin’
 
Di bîranînê de parlementera HDP’ê Nuran Îmîr axivî û got: "30 sal beriya niha Dewleta Tirk bi hemû amûrên xwe êrişeke hovane li Şirnexê pêk anî. Ji zarokan bigire heya temenên 70’ê salî qir kir. Li gorî daneyên fermî 55 kes di vî komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan lê tê gotin ku ji 160’ê zêdetir kes jiyana xwe jidest dane. Ev qetlîama hovane jî wek PKK’ê çêkiriye nîşan dan. Lê belê Tirkiyê bi xwe ew komkujiyê pêk anî. Piştî 21 salên li ser qetlîamê walîtîya Şirnexê Mustafa Malay îtîraf kir ku ew komkujî bi destê dewletê hatiye kirin. Ligel van hemû îtîrafan jî derheqê wan kujeran de ne lêpirsinek ne jî dozek hate vekirin.”
 
‘Şirnex wek herêma pîlot hate bijartin’
 
Nuran, destnîşan kir ku ev komkujî planek cerîbandina darbeyek bû û got: “Di vî komkujiyê de herêma Şirnexê wek herêmek pîlot hate bijartin û kesên ku di vî komkujiyê de hatin qetîlkirin yên kesên bijarte bûn. Di vî pêvajoyê de Dewleta Tirk rasterast bi tevgera azadiyê re di nav hevdîtinan de bû ku şerê çekdarî were rawestandin. Ango hewildanên sekinandina agirbestê hebû. Jixwe di sala 1993’yan de meha nîsanê de jî agirbesta yekemîn hat îlankirin. 
 
Em gava li dîrokê dinihêrin çawa 30 sal berê ji bo ku ew agirbest neyê kirin û çekên çekdarî neyê rawestandin mudaxeleyên wek darbe hatiye kirin, îro jî em heman helwestan dibînin. Wekî di sala 2013’yan ji bo ku çareseriya pirsgirêka kurd re mudaxele were kirin 3 jinên kurd li Parîsê hatibûn qetîl kirin.”
 
‘Em komkujiya Şirnexê ji bîr nakin’
 
Nuran, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke kujerên komkujiya Şirnexê îro bihatina darizandin li Şirnexê bi dehan komkujî nedihatin kirin û wiha pêde çû: “Şirnex herêmek xwedî taybetmendiyek civakî, eşîrî û rêxisitinkirî ye. Lewra Şirnex di vî komkujiyê de hate bijartin. Ji wî rojê heya niha Gelê Kurd bi dehan komkujiyan ve rûbirû hatin hiştin. Tevî van yekan bi parastina kujeran jî dixwazin desthîlatdariya xwe li ser xwîna Gelê Kurd li ser piyan bihelinîn û mîsoger bikin. Lê em carek din dibêjin Gelê Kurd heya roja îro tevî komıujî û êrişan jî têkoşîna xwe nedaye rawestandin. Ji wan salan ve heya roja îro bi heman zîhnîyetê û dijminatiyê êrîşê vî gelê dikin. Em vî zîhnîyeta qirêj şermezar dikin û hemû cangoriyên ku di komkujiya Şirnexê de jiyana xwe jidest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Di kesayeta Bişeng Anik da her mirovekê me yê Şirnexê di rihê wan cangoriyan de rih da. Em van komkujiyan ji bîr nakin û ew komkujiyên li ser gelê me sedema me ya ku li dijî van faşizm û dagirkeran li ber xwe didin.”
 
Piştî axaftina Nuran bername bi danîna qurnefîlan a li ser goran bi dawî bû.