
Li Şirnexê jineke ciwan hat qetilkirin
- 12:02 21 Tebax 2022
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê jina ciwan a bi navê Fîrdevs Babat a 2 roj bûn winda bû qetilkirî hate dîtin.
Li navçeya Qileban a Şirnexê Fîrdefs Babat a ciean ku du roj bû winda bû, di encama lêgerîna hat kirin de di çemê Hêzilê de qetilkirî hate dîtin. Hat diyarkirin ku li ser bedena Fîrdefsê ya kuştî şopên lêdanê jî hene.
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenaze ji bo bê otopsîkirin di serî de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û ji wê jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Derbarê bûyerê de kesekî gûmanbar hat binçavkirin û lêpirsîna hat destpêkirin jî berdewam dike.