Şêniyên Tirbespiyê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

  • 15:10 21 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên dewleta Tirk şêniyên navçeya Tirbespiyê daketin qadan û bi xwepêşandanekê soza xurtkirina berxwedan û têkoşînê dan û banga girtina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina êriş û sûcên dagirkeriyên yên Dewleta Tirk îro pêkhateyên Tirbespiya yên kantona Qamişlo daketin qadan û li hemberî van êrişên ku yekitiya gelan hedef digirin, soza xurtkirina berxwedan û têkoşînê dan.
 
Xwepêşandan ji pêşiya navenda Kongra Star a navçeyê dest pê kir û ber bi sûka navendî ve berdewam kir. Girseyê dirûşmên "Bijî berxwedana QSD`ê" berz kirin, wêneyên Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên cuda rakirin.
 
Xwepêşandan li dawiya sûka navendî veguherî mîtingê û li wir endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fesîh Hisên axivî û got: "Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve dagirkerên tirk hewl didin projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekitiya gelan têk bibin. Loma hemû cureyên çekan bi kar tînin û bi wê re qanûnên navneteweyî û pîvanên exlaqî-mirovî binpê dikin."
 
Têkildarî bikaranîna artêşa Tirk a balafirên bêmirov li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hisên bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku qada hewayî ya herêmê bigirin û wiha dewam kir: "Bêdengiya civata navneteweyî rê li pêşiya Tirkiyê vedike ku hîn zêdetir li dijî gelê herêmê siyaseta xwe ya dijminane bi kar bîne."
 
Endamê rêveber ê PYD`ê Fesîh Hisên herî dawî soza xurtkirina têkoşîn û berxwedanê da