HDP'ê serdana Zozanên Feraşînê kir
- 18:16 21 Tebax 2022
- Rojane
ŞIRNEX - HDP, di çarçoveya xebatên xwe yên hevdîtinên bi gel re yên di roja duyemîn de serdana zozanên Feraşînê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya navçeya Elkê ya Şirnexê, di çarçoveya xebatên xwe yên du rojan de di roja duyemîn de serdana Zozanên Feraşînê kir. Parlementera HDP’ê ya Şirnê Nuran Îmîr, Tevgera Jinên Azad(TJA), Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Şirnexê Abdullah Gungen, Hevşaredara HDP’ê ya Gundikêmelê Zahîde Erk, Meclîsa Ciwanên HDP, endam û rêveberên rêxistina Elkê beşdarî bernameyê bûn.
Di çarçoveya serdanê de li zozanên bi navê Şeletû, Kaniyaşikêr,Hiçkîn, Warkûn, Henkê bi gel re civîyan. Gel şande bi coşeke mezin pêşwazî kir.
'HDP li herderê ye’
Di serdanê de Parlementera Şirnexê Nuran Îmîr axivî û di destpêka axaftina xwe de koçer silav kirin û diyar kir ku HDP li her derê ye. Nuran, got: “Sîstema kapîtalîzmê ewqas xwe girêdayî jiyanê kiriye ku civak ji xwezayê hatine dûr xistin. Feraşîn ji bo me nefesa jiyanê ye. Xweza çawa xwe wiha zindî dike û nûjîn dibe Gelê Kurd jî wisa ne. Têkoşîn li her derê ye û kurd li her qadê li ber xwe didin. Li dijî me zilm zordestî û êrîşek mezin heye. Divê em van êrîşan re bi hêsanî nêz nebin. Têkoşîna xwe divê nezintir bikin. Yên ku neyartîyê dikin ji ber bêtehamûliya gelê Kurd dikin e. Dixwazin kurdên sed sal berê ji nûve ava bikin lê Gelê Kurd ne yê berê nin. Gelê kurd bindestiyê qebûl nake û li dijî derdikeve. Kurd bi bîr û baweriyê deskeftiyên xwe diparêzin û têkoşînê didin.”
‘Gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan bang dike'
Nuran di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankiriya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Di newroza Amedê de Gelê Kurd bi awayekî aşkere li dijî tecrîda li ser birêz Ocslan derketin. Gelê Kurd azadiya Ocalan xwest û li her qadê ve ji bo wî azadiyê dixwaze. Bandora wî rihî hê jî xwe nîşan dide.”
‘Metîngerî ne qedera me ye’
Yên ku wê zilmê li ser me dike em qeyûm bakın dolma dan û ew ne qedera me ye. Dixwazin têkoşîna Gelê Kurd bifetisînin lê tevî van polîtîkayên xwe yên şer dîsa jî nikarin bi ser bikevin. Wekî li Zap Avaşînê de têkçûyîna xwe didin nîşan dan. Tenê armanca wan xwe zindîkirina li ser xwîna Gelê Kurd e. Dîrok dizane ku em li dijî zilma Dehakan agirê Kawayan in. Bila bizanibin ku Gelê Kurd li ber xwe dide, jina kurd li ber xwe dide û têkoşîna Gelê Kurd mezin dibe.”