ROJEVA 22'YÊ TEBAHA 2022'YAN

  • 09:00 22 Tebax 2022
  • Rojev
*Taybet Erdem ku hevjînê wê Fettah Erdem 27 sal berê ji aliyê dewletê ve hatiye windakirin, destnîşan kir ku  ji bo xizmên windayan edaletek divê û got: “27 sal e ez li hestiyên Fettah digerim. Ez di heyatê de tiştên ku jiyame ji bîr nakim û ezê heta mirinê li pey vê dozê bim.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta ekolojiyê Ecehan Balta ku tevli ‘nîqaşên havînê’ ya HDK’ê bû wiha got: “Têkoşîna ekolojiyê ku parastina axê ye. Pêvajoyeke ku cureyê mirovahiyê berbi tunebûna girseyî ve diçe tê payîn. Ji ber vê rewş lezgîne. Hemû tevgerên azadiyê divê çi ji destê wan tê bikin.” BI DÎMEN 
 
* Jinan diyar kir ku tecrîda Îmraliyê û şîdeta li hember gel ji hev cuda nînin û gotin: “Divê tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan azad be.” BI DÎMEN
 
*Desthilatdariyê giştînameya bi navê "Li zanîngehan tedbîrên starbûn û ewlehiyê" weşand.  Xwendekaran giştîname nirxandin û gotin hewl didin rêxistinbûn û tevgera xwendekaran qedexe bikin û gotin. "Li dijî vê heta ku zanîngeh azad nebin wê têkoşîn bidome. Her wiha kesên ev giştîname nivîsîne wê miradê wan pêk neyê." BI DÎMEN