
Ji xizma windayanTaybet Erdem: 27 sal in li pey hestûyên wî me’
- 09:02 22 Tebax 2022
- Rojane
Sema Çaglak
ŞIRNEX – Taybet Erdem ku hevjînê wê Fettah Erdem 27 sal berê ji aliyê dewletê ve hatiye windakirin, destnîşan kir ku ji bo xizmên windayan edalet divê û got: “27 sal e ez li hestiyên Fettah digerim. Ez di heyatê de tiştên ku jiyame ji bîr nakim û ezê heta mirinê li pey vê dozê bim.”
Di salên 90’î de li bajarên kurdan bi sedan kurd ku ji aliyê hêzên dewletê ve dihatin binçavkirin agahî ji wan nedihat girtin û bi awayê kiryar ne diyar dihatin windakirin. Yek ji wan jî Fettah Erdem ê ku di sala 1995’an de li gundê Hêtmê yê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê ye. Fetah piştî ji mala xwe derdikeve ji aliyê cendirmeyan ve tê girtine. Di destpêkê de wî dibin qerekola navçeya Basa ya Şirnexê û li wir tê binçavkirin. Fettah piştî ku tê binçavkirin û şûnde tu agahî jê nayê girtin û tê windakirin. Malbata Fettah piştî bûyerê dikeve pey şopa wî lê nikare tu encamê bigire. Rixmî hemû serlêdan û giliyên malbatê jî bûyer nehat ronîkirin û beravajiya wê zexta li ser malbatê hate zêdekirin. Di ser windakirina Fettah re 27 sal derbas bûne û malbata Fettah dibêje ku hestiyên wî jî mabin em doza wan dikin û banga ronîkirina bûyerê dike.
Hevjîna Fettah, Taybet Erdem daxuyand ku ew bi eslê xwe ji gundê Hêtme yê Hezexê ne ji ber zext û zordestiya dewletê neçar mane ku gundê xwe biterikînin. Taybet, diyar kir ku piştî ew ji gund hatine dexistin 4 salan jî li gundê hoserê mane û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Fettah mirovek gelek hêja û kedkar bû. Piştî ku bûyer pêk hat em ketin pey şopa wî û cihek nema ku me jê nepirsî. Li her derê me pirsa wî kir lê me tu agahî negirt. Gelek caran me ji dewletê pirsî lê me çiqas dipirsî zilma li ser me dihat zêdekirin. Hertim bi ser mala me de digirin girtin û zext û îşkence li me dikirin. Her wiha wê çaxê cerdevantî jî dihat ferzkirin û ji ber ku cerdevanî qebûl nekirin gelek kes ji cih û warê xwe hatin koçberkirin. Em jî ji ber zilmê ji gundê xwe derketin.”
’27 sal in li pey hestûyên wî me’
Taybet, anî ziman ku ew 27 sal e bi hesreta dîtina hestûyê hevjînê xwe ye û wiha got: “Gava em derbasî gundê hoserê bûn bi gelek zehmetiyan re em rûbirû man. Ez bi 5 zarokên xwe re tenê mam û zarokên min wê çaxê biçûk bûn. Keçekê min jixwe bavê xwe nedît. Divê min zarokên xwe xwedî bikira ji bo wê jî wê çaxê çi kar ji destê min dihat min dikir û bi vî awayî hewil da ku debara malbata xwe bikim. Durvre em di sala 1998’an de hatin navçeya Hezexê bi cîh bûn. Lê di heman demê de min lêgerîna Fetah jî berdewam dikir. Tevî zext û zordestiyan min qet dest ji lêgerînê berneda.”
‘Wêneyê wî şewitandin’
Taybet, anî ziman ku ew çûye gelek bajaran ji bo ku bûyer bê ronîkirin û tevlî herî dawî jî tevli Nobeta Xizmên Windayan bûye. Taybet, got: “Wekî min gelek malbat hene ku bi salan e doza xizmên xwe dikin û daxwaz dikin ku hestiyên wan jî mabin radestî wan bên kirin. Min jî li tenişta wan malbatan cih girt. Me piştgiriya hevdû dikir. Me çûn li Cizîrê, li Amedê û li gelek bajaran nöbet da destpêkirin ku dengên xwe bidin bihîstin. Me çi kir nekir tu pêşketin çênebû. Hertim derî li ser me hatin girtin. Ez niha jî dibêjim bila min hestûyê wî bidîta tiştek nedixwest. Di wextê qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de wêneyê wî şewitandin. Gelek zilm li me kirin.”
‘Ez ji bîr nakim’
Taybet di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku lêgerîna wê ya ji bo edaletê berdewam dike û got: “27 sal in lêgerînek min a ji bo ku hestiyên Fetah jî mabin bibînim heye. Ez di heyata xwe de wan tiştên ku jiyame ji bîr nakim û heta mirinê ezê li pey dozê bim. Bi hezaran kurdên wekî min hene. Bi hezaran kes winda ne. Em edaletê dixwazin.”