‘Bi îşkenceyê hatiye qetîlkirin’

  • 09:10 22 Tebax 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê jina ciwan a bi navê Fîrdevs Babat  ku  2 rojan winda ma û cenazeyê wê duh di Çemê Hêzilê de hate dîtin hate zanîn ku bi îşkenceyê hatiye qetîlkirin.
 
Li navçeya Qileban a Şirnexê jina ciwan Fîrdevs Babat a  ku du rojan winda ma di encama lêgerîna hat kirin de di çemê Hêzil de qetilkirî duh hate dîtin. Derbarê bûyerê de Sadî Babat, Ramazan Babat û Ahmet Babat wekî gûmanbar hatibûn binçavkirin. Sadî û Ramazan Babat piştî îfadeyên xwe serbest hatin berdan û Ahmet Babat di îfadeya xwe ya dozgeriyê de piştî îtîrafkirina sûcê xwe hate girtin. 
 
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenazeyê Fîrdefsê ji bo bê otopsîkirin di serî de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û ji wê jî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Di enacama rapora otopsîya ku hat kirin de derket, holê ku Firdevs bi îşkenceyê hatiye qetîlkirin. Li ser laşê Firdevs  şopên derpkirinê, kêr û guleyên çekê hate dîtin. Li aliyê din li ser stuyê Firdevsê jî şopên werîs hatin dîtin.  Herwiha derket holê ku tîpa A bi kêrê li pişta Fîrdevs hatiye xêzkirin û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin!"
 
Baroya Şirnexê: Em ê şopdarên bûyerê bin
 
Derbarê bûyerê de Baroya Şirnexê jî daxuyanî da. Baroyê diyar kir ku kesê îşkence li Fîrdefsê kiriye sûcê xwe înkar kiriye. Navenda Jinan a Baroya Şirnexê jî diyar kir ku ew ê şopdarên bûyerê bin.
 
Herwiha hat îdakirin ku kesê bi navê Ramazan Babat  tecawizî zarokekê kiriye û ji bo ku ser sûcê xwe bigire 200 hezar TL daye.