Li Êlihê nefta li xwezayê belav dibe dibe sedema mirina zindiyan

  • 12:58 22 Tebax 2022
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê bermahiyên neftê ku li xwezayê tên rijandin çiravê çêdikin û zindiyên ku dikevin vê çiravê jî jiyana wan dikev xerê. Ji van zindiyên ku ji ber vê çiravê mir yek jê jî keftarê belek ku neslê wî li ber tunebûnê ye. 
 
Li nêzî gundekî Qubînê ya Êlihê ji ber bermahiyên neftê ku tên valakirin li qada ku veguheriye qada çiravê keftarekî belek hat dîtin. Gundiyên ku keftar ferq kirin, agahî dan Agirkuja Êlihê û Muduriyeta Parastina Xwezayê.
 
Keftarê belek ku ji aliyê peywirdaran ve hat derxistin piştî bi demekê mir.
 
Herwiha ekolojîstan jî di daxuyaniya ku dan de, diyar kirin ku ji ber bermahiyên neftê û ên wekîdin derdor tê qirêjkirin û jiyana zindiyan jî dikeve xeterê.