ÎHD îro bi Malbata Şenyaşar re 'Nobeda Edaletê' digire

  • 13:42 22 Tebax 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 532 roj in didome. ÎHD îro tevlî çalakiya malbatê bû. Di çalakiyê de Emîn Şenyaşar banga piştevaniyê kir. 
 
"Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar a ku di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin ket roja 532’yan. Ji ber ku polîs ji 8’ê tebaxê ve nahêlê ku malbat li bin siyê çalakiya xwe bidomîne, dayik û kur ji navçeya Pirsûsê ketin rê û bi Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re li “Quncikê Edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Malbat dê îro bi endamên komeleyê re nobeta xwe bidomînin. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê Mûstafa Vefa di çalakiya de destnîşan kir ku ev 532 roj e ku nobet didome û wiha axivî: “Heya kesên ku guhên xwe li me û edaletê kerr dikin, vê qêrînê bibîhisin, em ê daxwazên wan dîsa dîsa bînin ziman. ”
 
Mûstafa, bi lêv kir ku tevî astengiya polîsan jî nobeta malbatê didome û wiha got: “532 roj in daxwazeke malbatê heye lê ne bersivek tê dayîn û ne jî muxatabek tê dîtin. Li pêş çavên rayedarên dewletê komkujiyek pêk hat. Di wê komkujiyê de malbata Şenyaşar hate tunekirin. Ev komkujî li pêş kamerayan, walî û midurê polîsan pêk hat. Nêzî 4 salan e di dosyayê de geşedanek nîne. Dewletê careke din nîşan da ku ne li cem mezluman li dijî wan e.”
 
Mûstafa, anî ziman ku welatiyên ku tên piştgiriyê didin malbatê ji aliyê polîsan ve tên “tacîzkirin” û wiha berdewam kir: “Bi tirs û zextê hewl didin mirovan biqûtifînin. Daxwaza malbatê daxwaza me hemûyan e û Emîne Şenyaşar jî bû zimanê me hemûyan e. Dayikê xwestiye îro biçe li pêş edliyeyê lê bi her cure astengiyan re rûbirû maye. Me heman tişt îro jî jiya. Dîsa xwestiye li pêş edliyeyê rûne. Malbat yekane çareseriya vê di rûniştina li pêş edliyeyê de dibîne. Çima ji vê rewşê aciz in em nizanin. Heke we bingeha milk li ser edaletê dabe rûniştandin, divê hûn daxwaza malbatê jî bi cih bînin. Ev qas dirêjkirina we nîşan dide ku hûn çiqas ji edaletê dûr in. Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin qet nebe bihêlin bila mirov dengê xwe ragihînin.”
 
Emîne Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê bênavber didomîne, diyar kir ku 532 roj in çalakiya xwe ya nobetê didomînin û wiha banga piştgiriyê kir: “Li vir zilm li me tê kirin. Piştgiriyê bidin me. Bila her kes ji hev du re bêje û piştgiriya me bikin.”