Li Wanê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dê mîtîng bê lidarxistin

  • 15:01 22 Tebax 2022
  • Rojane
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê, bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Patiya xwe, bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo Mîtînga ku wê li Parka Musa Anter li dar bixin banga tevlibûnê kir
 
Partiyên siyasî û Rêxistinên Sîvîl ên Civakî (STO) dê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Wanê bi dirûşmeya “Em li dijî şer û faşîzmê aştiyê diqîrin” mitîngekê li dar bixin. Têkildarî mitîngê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerên STO’yan daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya li baxçeyê avahiya HDP'ê hate dayîn de Hevşaredara Serayê Caziye Dûman a ji peywirê hatibû girtin, axivî. 
 
Caziye anî ziman ku êdî pêdiviya gelan bi aştiyê heye û wiha got: “Aşitî ji bo gelên Tirkiyeyê û herêmê di demekî ku şer û pevçûn kur bûne de armancekî ku divê her roj bê duberekirin e. Têkoşîna aştiyê di demên ku derfet û şertên aştî nîne de binirx û girîng e. Di welat û civakên ku tê de şer û pevçûn hene de têkoşîna aştiyê meşandin, berdevkiya aştiyê kirin, xurtkirina bingeha vê daxwazê yek ji peywirên herî girîng e.”
 
‘AKP civakê tîne hemberî hev’
 
Caziye, destnîşan kir ku şer desthilata AKP’ê û MHP’ê li ser piyan dihêle û wiha berdewam kir: “Tifaqa Erdogan-Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe bidomîne û serdestiya xwe kûr bike, civakê tîne li hemberî hev. Îro Tirkiye şahidiyê ji têkoşîna hêzên demokrasiyê re dike ku bi pêvajoya sazûmankirina faşîzmê re vê pêvajoyê li ber xwe didin. Hikûmet niha bi pêkanînên xwe yên dûrî aqilane û bê wijdanî û nêzîkatiya xwe ya ku paşerojê, ne tenê li gelên Tirkiyeyê, li gelên Rojhilata Navîn jî tehdît dike, bûye pirsgirêkeke herêmî û gerdûnî.”
 
Caziye, diyar kir ku desthilata AKP’ê bi pêkanînên xwe herêm xistiye nava şer û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro têkoşîna mirovahiyê ya ku gelên herêmê li Rojhilata Navîn, Iraq, Şengal, Sûriye û Rojava li dijî DAIŞ'ê û avaniyên ku piştgiriyê didinê didin, di heman demê de têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê ye. Li Tirkiyeyê jî têkoşîneke ku siyasete ji eksena şer derdixîne û li ser bihgeha aştî û demokrasiyê bi cih dike, armanca pêşeng a siyaseta demokratîk e. Têkoşîna pêşvebirina hawireke aştiyane ya li herêmê û welêt, ji aliyekî ve ji bo pêkanîna aştiya civakî, vîna aştî û azadiyê çi divê were kirin, nîşan dide; li aliyê din jî aramiya herêmî armanc dike.”
 
‘Ji bo têkoşna aştiyê’
 
Caziye, bal kişand ku ji bo HDP, pêkhateyên wê û saziyên demokratîk ji siyasetê bên tasfiyekirin hewl tê dayîn û ev tişt gotin: “Em di 1’ê Îlonê de careke din helwesta xwe ya bi biryar a siyaseta demokratîk dubare dikin. HDP wê li dijî faşîzm û her cure neheqiyê têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê bi biryardarî bidomîne. Afirandina hevtayê civakî yê têkoşîna aştiyê, ji bo afirandina derfet û mercên ku vê daxwazê biafirîne, wê bi hêza xwe ya li qada siyaseta demokratîk her tiştî bike.”
 
'Pervîn Buldan wê tevli mîtîngê bibe'
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên herêmê wê beşdarî mitînga ku wê 1’ê Îlonê roja Pêncşemê li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin bibin. Koma Sorjiyan û Azad Bedran jî wê di mitîngê de derkevin ser dike.