33 partî û hêzên siyasî bang li hikumeta Şamê kir

  • 15:12 22 Tebax 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 33 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Şamê kir ku dûrî lihevhatina bi rejîma Tirkiyê re, guh bide daxwazên gelê Sûriyê. 
 
Îro li Navenda Lêkolînên Dîplomatîk a li Qamişloyê bi tevlîbûna 33 partî û hêzên siyasî civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “11 sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, hîna rêgeha çareseriya aştiyane peyda nebûye, ya ku hêviyên gelê Sûriyê yên azadî û demokrasiyê bîne cih. Ev yek encama destwerdana hêzên dijberî hêviyên gelan di vê aloziyê de û bikaranîna hin komên teroîst ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ye, nexasim rejîma Tirk a faşîst.
 
Armanca dagirkeriya Tirk ji destpêkê de dagirkirina axa Sûriyê bû. Ji bo vê yekê hin hêzên terorîst bi kar anîn. Dema ku piştrast kir ku ji ber hevsengiyên nû yên aloziya Sûriyê ew yek bi wê rêyê nabe, di helwesta xwe de guhertin çêkir. Vê carê jî bi navbeynkariya Rûsyayê xwe nêzî hikumeta Şamê dike. Aliyên Astanayê dixwazin dûrî azarên sûriyan berjewendiyên xwe pêk bînin. Ew heman alî ne ku destê wan di xwîna sûriyan de heye.
 
Reaksyona welatiyên li herêmên dagirkirî mezin bû û lihevhatinên bi hikumeta Şamê re red kirin. Diviyabû ku li herêmên serweriya hikumeta Şamê jî bertekeke mezin derketibana. Hêzên siyasî van nêzîkatiyan red dikin, ku tu tiştekî ji bo gelê Sûriyê pêşkêş nakin. Vî gelî ku di oxira pêkanîna sîstemeke demokratîk a li gorî hêviyên wî, tiştê giran biha feda kir.
 
Em qebûlkirina ajandeyên rejîma Tirk a faşîst û lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi tundî red dikin û ew yek hêviyên gelê Sûriyê pêk nayne. Em bang li hikumeta Şamê kirin ku dûrî lihevhatina bi rejîma Tirkiyê re yê ku Sûriye rûxand û gelê wê da koçberkirin, guh bide daxwazên gelê Sûriyê.
 
Em tekez dikin ku em piştgiriyê didin mafê parastina rewa ku QSD`ê li hember dijminahiyan bi kar tîne. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê dikin ku vê qirêjiya dewleta Tirk ku sûdê li DAIŞ`ê dike, rawestînin.
 
Partiyên siyasî û gelê li dora hêzên leşkerî kom bûne û piştgiriyê didin siyaseta Rêveberiya Xweser dimeşîne, ya bi rêya diyaloga bi hikumeta Şamê û hêzên din ên demokratîk re û hat destnîşankirin ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu kes nikare îradeya sûriyan derbas bike.
 
Em bang li hikumeta Şamê dikin ku helwesteke cidî bigire, da ku artêşa Tirk a dagirker bê qewitandin û bi hevkarî û koordîneya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li hember dagirkeriya Tirk bisekine.
 
Partî û hêzên siyasî yên daxuyanî daye;
 
Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Paritya Demoqratî ya kurdî li Sûriyê (Partî), Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê(P.Y.D.K.S).