
Zaroka penaber ji birçîna û tîna jiyana xwe ji dest da
- 12:28 11 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Penaberan a Kurdistan -Iraqê, diyar kir ku ji ber xirabûna kelekên li Deryaya Egeyê zaroka 4 salî ya penaber a Sûriyeyê ji birçîna û tîna jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hat welandin, di daxuyaniya ku ji aliyê Federasyona Penaberan a Kurdistan -Iraqê ve hatiye dayîn, hat diyarkirin ku keleka koma penaberên ji Wargeha Mehmîre Ekariye ya Lubnanê ketin rê li Deryaya Egeyê xira bûye.
Ji ber ku kelek xira bûye koma penaberan 4 rojan di deryayê de maye, ji ber ku xwarin û vexwarina wan jî tunebû, zaroka 4 salî a bi navê Lîcîn Ahmed Nasîfe jj birçîna û tîna jiyana xwe ji dest daye.
Herwiha di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku li ser zextên hatine kirin Hêza Deryayî ya Yewnanî ji bo ku penaberên mayî rizgar bike çûye cihê bûyerê.