Çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di roja 77'an de ye
- 09:07 11 Sibat 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dan destpêkirin di roja 77'an de ye.
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu gahî jê nayê girtin.
Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin, di roja 77'an de berdewam dike.
Bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin.
"Meşa Mezin a Azadiyê” jî bi heman daxwazê di 1’ê Sibatê de bi du baskan li Wan û Qersê bi tevlîbûna 74 kesan dest pê kir.