Ji ÎHD'ê konferansa 'çareseriya meseleya kurd'
- 16:00 16 Adar 2024
- Rojane
AMED - Di konferansa 'çareseriya meseleya kurd' a wê du rojan dewam bikin de axaftvanan bal kişandin ser hevdîtina bi parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di warê çareseriya meseleya kurd e gelekî girîng e. Ayla Akat Ata ya ji girtîgehê peyam şand wiha got:"Em ê rojekê teqez bigihêjin armanca xwe."
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amedê di otelekê de “Konferansa aştî û çareseriya meseleya kurd” li dar xist. Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes beşdar bûn. Di konferansê de ewilî Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî.
Huseyîn, diyar kir ku ÎHD ji roja hatiye avakirin ve di aştiyê de israr dike û wiha got: “Parastina aştiyê mafê mirovan e. Avakirina aştiyê girêdayî mafên mirovan û azadiyan e. Em dizanin ku her cure newekheviya di navbera mirovan de sedemê bingehîn ê nenaskirina maf û azadiyan, şer û pevçûnan e.”
Huseyîn, destnîşan kir ku şer û pevçûnên herêmî yên li cîhanê berdewam dikin ji kûr ve bandorê li hemû gelê cîhanê dike û wiha got: “Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku bi salan e didome û hê jî li Rojava çareseriyeke aştiyane nehatiye dîtin. Têkildarî maf û azadiyan çi hebe di bin êrişeke giran de ye. Di asta navnetewî de faşîzm bilind dibe.”
Huseyîn diyar kir ku Tirkiye di warê taybetmendiyên etnîkî, zimanî, olî û çandî de xwedî tevneke pirrengî ye û wiha berdewam kir: “Pirrengî, di dirûşmeya ÎHD’ê ya ‘herkes cuda ye, herkes wekhev e’ de xwe dibîne. Pirrengî di heman demê de bingehê demokrasiyê ye jî. Ji ber vê yekê weke ÎHD em careke din destnîşan dikin ku pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê pirsgirêka bingehîn a vî welatî ye û xeleka herî girîng a vê pirsgirêka bingehîn jî pirsgirêka kurd e. Ji bo ku çarseriya pirsgirêkên mafên mirovan û demokrasiyê ji her demê bêhtir pêdiviya me bi pêvajoya aştiyê û çareseriyê heye.”
Huseyîn, bi bîr xist ku Tirkiye welatekî ku pirsgirêkeke bingehîn a weke meseleya kurd bi rêya diyalog û muzakereyê nikare çareser bike ye û wiha lê zêde kir: “Ji ber vê yekê li nava welat û derveyî welat şer û pevçûn berdewam dikin û dibin sedemê windabûnan. Erdnîgariyê bêtir bêmirov, bêdaristan dihêle.”
Huseyîn, bi lêv kir ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd û şer û pevçûnên nû destpêkirin bi bîlançoyeke giran re rûbirû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hawîrdora şer û pevçûnan dibe sedem ku zext û tundî pêş bikeve û bi xwe re zimanê nefretê tîne. Êrişên nijadperestiyê û nefretê didomin.
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîk Yuksel Genç moderatortiya rûniştina têkildarî mijara "Tecrubeyên pêvajoyên aştî û çareseriya pevçûnên li cîhanê" kir.
Piştre peyama Leyla Zana hat xwendin.
Piştre jî peyama siyasetmedar Ayla Akat Ata ya girtî hat xwendin.
Seroka Yekîtiya Rêxistin û Civakên Filistinî ya Ewropayê George Rashmawi di rûnişta ewil de axivî û bal kişand ser şerê Gazzeyê û binpêkirina mafên Filistiniyan.
Ji Komeleya Lêkolînên Polîtîkayên Alternatîf û Aştî, Demokrasiyê (DEMOS) Ferda Fahrioglu Akin jî bal kişand xebatên xwe yên tezê.