Çalakvanên nobedê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye

  • 09:09 19 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
MÊRDÎN - Nobetên Edaletê li 8 navendan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” didome. Çalakvanên li Mêrdînê bal kişandin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê ya girtiyan û gotin: "Em li vir ji bo serokê xwe û ji bo zarokên xwe nobedê digirin. Çareserî dê bi hevditina serok re pêk bê." 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
Nobeda Edaletê ya li Mêrdînê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ku li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê hatî destpêkirin bi serdanan didome. Çalakvanên Nobeda Edaletê û endamên Dayikên Aştiyê Nûre Terlak û Atiye Yilmaz ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser girîngiya Nobeda Edelatê. 
 
'Divê hevdîtin pêk bên'
 
Nûrê, destnîşan kir ku ji ber ku li welat edalet nîne dest bi Nobeda Edaletê kirine û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji bo edaletê li vir in. Mixabin li vî welatî edalet nîne. Heke edalet hebûya zarokên me ne di greva birçîbûnê de bûn. Rewşa rêberê me dê bihata axaftin. Em her roj bang li welatên din dikin û dibêjin li hemberî vê dengê xwe derxin. Em jî mirovin, axa me neye û rêberekî me heye. Mifteya çareseriyê rêbertî ye. Heke parêzer biçin hevdîtinê bikin dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin. Dê derdê me bê dermankirin."
 
'Ligor keyfa xwe tevdigerin'
 
Nûrê, diyar kir ku ji tenduristiya girtiyan bi fikar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî bes e. Divê herkes ji qetlîaman re bêje na. Ez bang li hemû dayikan dikim bila li dijî zext û zilmê li dijî rijandina xwînê rawestin. Ya ku vê bide rawestandin em dayik û rêbertiya me ye. Dewletên din gotin dê serdana girtîgehan bikin lê li ku ne? Çûn kijan girtîgehan? Heke serê ewilî biçin Îmraliyê dê pirsgirêkên me bên çareserkirin. Hatin lê bêtune hatin. Li gorî keyfa xwe girtîgehan dibêjin û diçin serdanan. Em êdî çareseriyê dixwazin. Bijî berxwedana zindanan." 
 
'Em ê nobeda xwe bidomînin'
 
Atiye, da zanîn ku heke çareseriyê dixwazin bila biçin Îmraliyê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em li vir ji bo serokê xwe û zarokên xwe nobedê digirin. 10 rojî jortir e grev didome. Em ê li cem zarokên xwe bin. Em heta neghijin encamekî em ê nobeda xwe bidomînin. Heke sibê jî biçin dê aştî pêk bê. Em dayik êdî mirin, zext û zilmê naxwazin. Çareserî bi serokê me pêk tê."
 
Atiyê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Îmraliyê û hemû girtîgehên din zexteke mezin heye. Em li dijî vê yekê di nav çalakiyê de nin. Kesek nikare me rawestîne. Divê tecrîd bê bidawîkirin û şûnde em ê dev jî çalakiya xwe berdin."