Li Dêrsimê polîtîkayên şer bêtir bandorê li ciwanan dike

  • 09:06 20 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Gulîstan Gulmuş
 
DÊRSÎM - Endama MODER’ê Seher Alkin da zanîn ku ji bo zanîngehê hatiye Dêrsîmê û ligorî bajarên din qirkirinên ciwanan zêdetirin û got: “Ciwan di şertên giran û xerab de jiyana xwe didomînin. Divê çareseriyek pêk bê. Divê ji bo her ciwanî ewlehiya aborî hebe.”
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê sal bi sal întîxar, koçberî û bikaranîna hişbirê nav ciwanan de zêdetir dibe. Yek ji van bajarên ku pir zêde lê tê hîskirin Dêrsîm e. Ciwan ji ber krîza aborî, pirsgirêkên pergala tendurisityê, pisgirêkên din zehmetiyan dikşînin.
 
Endama Komeleya Xwendekarên Munzurê (MODER) Seher Alkin der barê mijarê de axivî.
 
‘Gelek mudaxale hatin kirin’
 
Seherê di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser hatina xwe ya Dêrsimê: "Dema nû hatim zanîngehê tişta min dîst hêzên ewlehiyê bi xwendekaran re têkiliyên wan hebûn, zexta psîkolojîk dikirin. Dema em nû hatin bûyera Cem Tekîngolu pêk hatibû. Serokê îdarî yê xwendekaran bû. Li ser çapemeniya civakî ji gelek xwendekarên jin re peyam dişand û ji bo hevdîtinê gazî wan dikir. Aliyê tacîzê pêk dihat lê zanîngehê tiştek nekir. Her wiha bûyera tacizê ya akademîsyenekî din hat jiyîn. Piştî vê akademisyen hefteyekê ji peywirê hat durxistin û dîsa hat. Bûyerên Gulîstan Doku, Cem Tekînoglu û akademisyen li ser hev pêk hatibûn. Li Tirkiyeyê gelek kuştinên jinan hatin jiyîn. Ev hemû polîtîk bûn. Me dît ku ev zextên psîkolojî, cezayên girtîgehê nayên sekinandin. Me xwest Gulîstan Doku bê dîtin. Me çalakî pêk anîn lê bi awayekî cidî mudaxale kirin.”
 
‘Em tehdîd kirin’
 
Seherê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Ji ber me tacîzê ku dihatin jiyîn dianî ziman em tehdî dikirin. Dema me bûyera Cem Tekînoglu dianî ziman em dihatin tehdîdkirin. Li kolanê em dihatin tehdîdkirin. Kesê bi navê Ulaş Ad li kolanê tehdîda ‘Hûn navê Cem Tekînoglu bînin ser zimanê xwe wê ji bo we ne baş be’. Em hemû ciwanên herêmê bûn. Hewl didin me biçewisînin.”
 
‘Ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê ne rehetim’
 
Seherê destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê wêneyên xwendekarên jin ji hev re dişînin û wiha bi lêv kir: “Ev ji polîtîkayên şer cih vedike. Bi taybet jî li herêma me. Bikaranîna hişbirê pir zêde bûye. Di alî aborî de em zehmetiyan dikşînin. Em nikarin jiyan axwe bidomînin. Bi piştgiriya malbatê ciwan nikarin debarê bikin. Neçar dimînin bixebitin. Em di alî aborî de ne rehetin, wek jinekê ne rehetim. Di alî nasnameya kurdbûnê de ne rehetim, di alî baweriyê de ne rehetim. Li bajar mirov di tu alî de ne rehetin. Ciwan ji ber van pirsgirêkan serî li întîxar û rewşên cuda didin.  Fikarên ciwanan hene. Dixwazin derkevin derveyê welat. Em nikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman. Em li vir ji bo Gulîstan û Rojvelat Kizmaz nikarin tiştekî bêjin hema dibêjin siyaset.”
 
‘Divê ewlehiya aborî hebe’
 
Seherê wiha dawî lê anî: “Ji bo ciwanan dikare qaên taybet bên vekirin û kesên perwerdekirî bên bicihkirin. Koçberî pir zêde ye. Wek hêvî dibînin. Lê li cihên bicih dibin jî ne aramin. Em li hevalên diçin dinêrin, yek jî naxwaze ji vir biçûna. Çareserî ev e ku divê çareserî bên pêşxistin. Divê ji bo ciwanan atolye bên vekirin, faliyetên sporê hebin. Ciwan di şertên giran û xerab de jiyana xwe didomînin. Divê çareseriyek pêk bê. Divê ji bo her ciwanî ewlehiya aborî hebe. Hêviya min heye ku em ê bikevin pêvajoyeke çareseriyê ya ku em bi rehetî pirsgirêkên xwe bînin ziman.”