Piştî Newroza Amedê 126 kes hatin binçavkirin
- 20:58 21 Adar 2024
- Rojane
AMED - Piştî Newroza Amedê herî kêm 126 kes hatin binçavkirin.
Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Parqa Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê şûnde gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên hatine girtin nav de zarok jî hene herî kêm 126 kes hatine binçavkirin û birine Midûriyeta Polîs Okulu ya navçeya Rezan.