Rapora binpêkirina mafan a girtîgehên Marmarayê
- 16:41 27 Adar 2024
- Rojane
STENBOL - Şaxa OHD’a Stenbolê rapora xwe ya salane ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku cezayên disiplînê li girtiyên ketine greva birçîbûnê hatine birîn, bijîşk muayeneya destkelemçekirî li girtiyan ferz dikin û girtiyên lêgerîna tazî red dikin jî hatine derbkirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê rapora xwe ya salane ya têkildarî binpêkirinên li 20 girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. Rapor, li avahiya şaxê ya li Beyoglûyê hat eşkerekirin. Endama komîsyonê Zelal Aydogan rapor xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rapora binpêkirinê ji girtîgehên Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê, Girtîgeha Edîrneyê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F’yê ya bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê, Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê, Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T’yê ya Tekîrdagê. Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Çorluyê, Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa L’yê ya marmarayê., Girtîgeha Hejmar 3 ya bi Tîpa L’yê ya Marmarayê, Girtîgeha Hejmar 5 a bi Tîpa L’yê ya Marmarayê, Girtîgeha Hejmar 7 a bi Tîpa L’yê ya Marmarayê, Girtîgeha Marmarayê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê, Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa L’yê ya Matepeyê, Girtîgeha Tîpa T a Umraniyeyê, Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F’yê ya bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê, Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F’yê ya bi Ewlekariya Bilind a Kandirayê, Girtîgeha Tîpa T’yê ya Duzceyê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê pêk tê. Hat destnîşankirin ku agahiyên di raporê de bi rêya serdanên parêzerên endamên komeleyê û hevdîtinên bi malbatên girtiyan re hatine berhevkirin.
Endama komîsyonê Zelal Aydogan binpêkirinên li 20 girtîgehan yek bi yek parve kir û got ku li qawîşên kapasîteya wan ji bo 3 kesan derdora 6-7 girtî tên ragirtin, li qawîşan kamera hatine bicihkirin, kotaya avê ji bo girtiyan danîne û ava bikils didin girtiyan, tu pêdiviyên hîjyenê nayên pêşwazîkirin, serlêdanên girtiyan jî ji hêla rêveberiyên girtîgehan ve bêbersiv tên hiştin.
Aydogan, da zanîn ku li girtiyên ketine greva birçîbûnê cezayê disiplînê tê birîn, muayeneya destkelemçekirî tê ferzkirin û girtiyên li dijî lêgerîna tazî derdikevin jî tên derbkirin.
‘Ceza tê dayîn’
Bi domdarî Zelalê anî ziman ku polîtîkayên tund ên li dijî gel, li girtîgehan jî bi awayekî herî giran tên domandin. Aydogan, got ku divê dewlet li gorî peymanên navneteweyî tevbigere, pêşî li îşkenceyên li girtîgehan bigire û tevdîran bigire. Her wiha Aydogan got ku divê bi taybet jî ji bo tenduristiya beden û ruh a girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind tên ragirtin, bi tenê neyên hiştin. Di berdewamê de Aydogan bi lêv kir ku ji ber fealiyetên spor û sihbetê girtî derdikevin derveyî hucreyê û derfeta civakîbûnê dibînin. Aydogan, got ku ev fealiyet tên astengkirin û ev yek jî ji bo girtiyan di nava cezayê de veguheriye cezayê. Aydogan, diyar kir ku bisînorkirin û astengkirina pirtûk, kovar, rojname û nameyan jî mafê azadiya agahîgirtin û raman ên girtiyan tên binpêkirin.
Cihêkariya li hemberî Kurdî
Zelalê, da zanîn ku bi taybet jî ji bo nameyên bi kurdî cihêkariyeke mezin tê kirin û hem nameyên tên şandin hem jî yên tên girtîgehê tên astengkirin.
Binpêkirina mafê tedawî û tendirustiyê
Zelalê, anî ziman ku di demên dawî de binpêkirinên li dijî mafên tenduristî û tedawiyê zêde bûne. Zelalê, got ku bi sedan girtiyên nexweş hene û dema girtî li nexweşxaneyan tên sewqkirin sepana lêgerîna nava dev, wesayîta rîngê ya yekkesî û muayeneya destkelemçekirî tê ferzkirin û ev rewş ji bo girtiyên nexweş veguheriye îşkenceyê. Zelalê, got ku ji ber van sepanan girtiyên nexweş naçin nexweşxaneyê û muayene nabin. Zelalê, wiha domand: “Hinek girtiyên ku dema wan a berdana bi şertê kontrola edlî hatin bi sedemên bêbingeh nayên berdan, girtiyên salên dûvdirêj e di girtîgehê de bi biryarên keyfî yên lijneyên çavdêrî û îdareyê nayên berdan.”
Daxwazên girtiyan
Di berdewamê de Zelalê bal kişand ser greva birçîbûnê û ev agahî parve kir: “Hejmara kesên dikevin grevê li hemû girtîgehan ne wekî hev e. Lê gelemperî weke komên ji du-sê kesan pêk tên dikevin grevê. Daxwaza wan jî ew e ku Tirkiye li gorî maf û azadiyê bi Peymanên Navneteweyî yên Tirkiyeyê jî morh kiriye, Destûra Bingehîn û Qanûna Înfazkirina Cezayan hatine mîsogerkirin ji bo Abdullah Ocalan jî bikevin meriyetê, tecrîda derhiqûqî ya li ser Ocalan bi dawî bibe û bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”
‘Bila tecrîd bi dawî bê’
Zelalê, bijîşk ji bo girtiyên ku demekî dirêje di greva birçîbûnê de hişyarî kirine, greva heyî bandoreke neyînî li ser tenduristiya girtiyan dike û ev bang kir: “Hêj binpêkirina mafê jiyanê çênebûyî divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Weke encam; divê dewlet li berpirsyartiya xwe rabe û dawî li binpêkirinên li dijî girtiyan bîne.”
‘Htaîce nikare di girtîgehê de bimîne’
Endamê OHD’ê Xebat Demîrcan jî têkildarî miwekîla xwe Hatîce Yildiz a 75 salî ku ji ber pere ji keça xwe ya girtî û hevala wê re şandiye hatiye girtin, axivî. Xebat, got ku rewşa tenduristiyê ya miwekîla wî ji bo girtîgehê guncav nîne. Demîrcan xwest ku miwekîla wî di demekî herî kin de were berdan.