Li Bedlîsê xebatên hilbijartinê
- 18:08 27 Adar 2024
- Rojane
BEDLÎS - Li navçeyên Tetwan, Xîzan û Tatîkê ya Bedlîsê xebatên DEM Partiyê jia liyê welatiyan ve elqeyek mezin dît.
Ji hilbijartinan re demek kurt ma û DEM Partî xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. DEM Partiyê li navçeyên Bedlîsê xebatên xwe meşandin.
Xizan
DEM Partî ya Xîzan a Bedlîsê di çarçoveya xebatên xwe de esnafên navendê û Tatîkê ziyraet kirin. Namzetên Xîzanê Hediye Çetîn Koçman û Kerem Ugur jî tevli serdanê bûn.
Di serdana esnafan de welatiyan eleqeyek mezin nîşanê DEM Partiyê dan û govend gerandin. Piştre heyet çû serdana karkerên tekstîlê.
Tetwan
Rêxistina DEM Partî ya Tetwanê, esnafên Herêma Sanayiyê ziyaret kirin. Namzeta Tetwanê Bekîza Beştaş Epozdemîr û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç tevli bû. Esnafan eleqeyek mezin nîşanê partiyiyan dan û bi coşek mezin pêşwazî kirin.