Ji serhildêriya gund ber bi globalbûnê ve
- 09:09 3 Nîsan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurd li her derê xwe amade dike ku rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz bike û nirxandinên hatine kirin, sala 2024’an nîşan dide ku ew ji serhildêriya gund di asta gerdunî de tê qebûlkirin.
Gelê Kurd ji bo pîrozkirina 75’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe amade dike. Îsal ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de kampanya ‘ji Abdullah ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hat destpêkirin. Bi kampanyayê li dijî komployê têkoşîna nû hat destpêkirin û di çarçoveya bernameyan de balkişandin ser rojbûnê jî.
Ji ber paradîgmaya Abdullah Ocalan, jinên Kurd, gelê Kurd û dostên Kurdan vejîna wî bi awayekî cuda watedar dikin û diyar dikin ku fikir û nêrînên wî çareseriya pirsgirêkên li cîhanê tê jiyînê ye.
Wateya ku gelê Kurd li rojbûna Abdullah Ocalan bar dike di heman demê de di beramberê nirxandinên Abdullah Ocalan yên li Îmraliyê kirine ye. Abdullah Ocalan li Îmraliyê jiyana xwe bi sê astî vedinasîne.
Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya der barê rojbûna xwe de ku li Îmraliyê kiribû sêyemîn asta vejînê vedinasîne û ya yekem wek vejîna di civaka gund û çandiniyê de digire dest. Nirxandinên Abdullah Ocalan di heman demê de di pirsgirêkên Rojhilata Navîn de çareseriya pirsgirêka kurd wek mifteyê dibîne.
Vejîna ji dayikê û serhildêrê gund
Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajoya Îmraliyê ji bo Gelê Kurd û ji bo wî dema vejîna sêyem e û wiha vegot: “Dema yekem, ji civaka gund a çandiniyê ya bi sedsala 20’î re dikeve nakokiyê heta civaka model fermî û ji dayikê vejîn, dihewîne. Di navbera vê de pêvajoya qûtbûnê ya dîrokî ya 15 hezar salî, di nava kêmasî û qelsiyên mezin de derbas bûn. Vê neçareseriyê rê li ber şerkirina civakî ya gund û nav malbatê vekir. Ez serhildêrek gund bûm. Vê serhildanê heta derbasbûna civaka fermî berdewam kir. Piştre bi dibistana seretayî dest pê kir û di astên cuda de li dijî komara olîgarşîk serhildanan berdewam kir û bi vê re pêvajoya vejîna duyem lê zêde bû. Ev dem dişibe dema êrîşa Don Kîşot a li hember aşê ba. Vê rê li ber derketina pirsgirêkan vekir û girantir kir. Li nakokiyên civaka neolotîk û feodal taybetiyên kapîtalîst jî zêde bûn. Ji ber ne terza şoreşger bû hawirek aloz bû serdest. Serhildanê paşverûtiya di nav xwe de jî çareser nekir. Vê serhildanê 20 salan berdewam kir û bandor li seranserê herêm û cîhanê kir. Di encamê de veguherî pêvajoya Îmraliyê.”
Vejîna duyem
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku şertên Îmraliyê ne wek şexsî wek komar û gel vejîneke sêyemîn e û wiha dirêjiyê didê: “Vejîna duyem şîdet, şer û paqijbûn îfade dikir. Li gorî qanûna yekitî û hebûna dijberbûnên hev ên di xweza û civakê de, di esasa şîdetê de dema dijberê komara olîgarşîkde wê cihê xwe ji komara demokratîk û layîk re bihişta. Tevî ku pêşketinek bi nakok pêk nedihat, bi nakokiyên bêwate yên bê çareserî man, her tim alozî pêk hatin, lê texrîbat, hilweşîn û krîz dikarin pêk bên. Ji ber ku Tirkiyeyê nakokiyên xwe baş fêm nekir û di dema wê de çareserî pêk neanî, ketiye pêvajoya krîzekê û bi awayekî nikare jê derkeve. Pêvajo di alî hemû hêzan de vejîn û teşeyekî nû ferz dike. Ji dewletê heta aboriyê ji siyasetê heta hiqûqê ji exlaq heta hunerê di her qadê de diheje, tengezar dibe û bi krîzê re li çareseriyê digere.
Pêvajoya nû: Ez û aştî
Pêvajoya min a Îmraliyê jî vê rastiyê sortir dike. Çawa ku pêvajoya beriya vê wek ‘ez û şer’ watedar bûye, ev pêvajoya nû jî tê wateya ‘ez û aştî’ yê. Parçeyeke hebûna min hişmendiya azadiya kurd û îradeya wê ye. Ev îrade û hişmendiya bi tecrubeya şer derbas bûye, niha di pêvajoya aştiyê de derbas dibe. Pêvajoya şer xwe wek komara dij olîgarşîk û dij feodal formule dike, pêvajoya aştiyê jî xwe wek ‘demokratîk û komara laîk’ îfade dike. Veqetîn û şîdet nayê xwestin û ger ku dixwazin bi giştî xwe ji pergalê dûr bixin divê Kurdan bi înkarê tune nekin. Ev şert e ku divê kurd bi hemû hebûnên xwe yên çandî bi awayekî azad bijîn. Komara xwe dispêre înkarkirina îradeya kurd olîgarşîk e û ev jî şîdet û newekheviyê bixwe re tîne.”
Îmrali;Asta dîrokî
Abdullah Ocalan diyar dike ku pêvajoya li Îmraliyê astek e dîrokî ye û wiha vedibêje: “Ji yekitiya azadiyê re yanî ji lihevkirina demokratîkbûnê re vekirîbûn tê wateya jiyanek aştiyane û wekhev. Pêknehatina vê jî ev e ku têkoşîna di navbera komara demokratîk û olîgarşîk de hîna encam nebûye. Di vî alî de wek sembolîk pêvajoya Îmraliyê asteke dîrokî nîşan dide. Ev pêvajo ya aştiyê pêk tîne yan jî ger ku di vê de serkeftin pêk neyê û înkar û îmhaya komara olîgarşîk bidome, wê demê wê pêvajoya şîdet û newekheviyê pêk bê. Di dîroka Tirkiyeyê de yekem car krizek giran tê jiyîn û di bin vê de rastiyeke esas heye. Divê wek meclîs û hikûmet mijarê bi awayekî rast binirxîne. Ger ku vê neke û terkî neçareseriyê bike, ev jî nîşan dide ku çavkaniya krîza tê jiyîn siyaset e. Biryara darvekirinê li ser min wek şûrê Demokles dihejînin û ev jî encamê nade û şaşiya herî mezin jî di vir de ye. Ev rewş bi Tirkiyeyê di her alî de bi mîlyonan dolar windahî dide kirin û di alî manewî de jî wê li welat êş û elemên giran derxîne holê.”
Şerta yekem a aştiyê
Abdullah Ocalan balê dikişîne ser şert û mercên serkeftinê û wateya dîrokî ya Îmraliyê û wiha destnîşan dike: “Pêvajoya min a Îmraliyê, di bin vê çarçoveyê de nirxandina pirsgirêkê ferz dike. Bi zîhniyetên erzan û menfeatê ev pêk nayê û ji ber vê jî dema şerê ku xwe dispêre înkar û îmhayê ferz dike. Ji bo nekevin vê lîstikê divê bi hestiyar û feraset tevbigerin. Pêşketineke xwe dispêre îmha û maneviyê ya li Îmraliyê tê wateya îmhakirina hemû hezên îradeya azad a tirk û kurd. Ji bo şerê azadiyê ji bo başiya gelê me bi encam bibe divê şerê parastina cewherî saxlem bên meşandin. Ev şertê yekem ê serkeftinê ye.”
Bi tena serê xwe tabutek sê-pênc metreyî..
Abdullah Ocalan birina wî ya Îmraliyê jî wiha tîne ziman: “Bi tena serê xwe û bêyî pirsgirêk li cihekî jiyîn di alî zanistê de di asta derbasbûna cureyê mirovahiyê ya 7 mîlyon sal berê de mijara gotinê bû. Ji wê dîrokê şûnde her ku cureyê mirovahiyê di asta civakîbûnê de pêş ket, ji derveyê civakbûnê mayîn tenê mayîn dihat wateya mirinê û ev baş dihat dîtin. Ez di parêznameya xwe de li ser vê sekinîm. Sedema vê ev bû; Ez wek ‘terorîstekî çavsor’ ku wek ji ezmanan hatime, li Girava Îmraliyê bi tena serê xwe di tabuteke sê-pênc metreyî de di bin tedbîrên awarte de hatim bicihkirin.”
Di dîrokê de yekem: Kurd li dijî komployê belav nebûn
Abdullah Ocalan her wiha da zanîn ku di dîrokê de yekem car Gelê Kurd li dijî komployê belav nebûye û wiha dirêjiyê didê: “Pêvajoya Îmraliyê hem pêvajoya jiyan-mirinê hem pêvajoya hebûna hewcedariya veguhertinê zelal kiriye û der barê çareseriyê de rê û rêbaz şênber kiriye. Bêguman Gelê Kurd û PKK’ê jî di girêdayîna serokatiyê de rola sereke lîstiye. Gelê Kurd cara yekem di dîrokê de li dijî komployê belav nebûye, berovajî vê bihev girtine û helwesta aştiyane û demokratîk dane holê. Ev hêz û rastiya gelê Kurd belkî jî cara yekemîn e cesaret daye ku gava rast a peymana civakî ya nû û aştiyê bê avêtin.”
Ji bo her kesî peywir
Abdullah Ocalan her wiha diyar dike ku pêvajoya Îmraliyê peywirê dide her kesî û wiha dibêje: “Di esasa vê rastiyê de pêvajoya Îmraliyê di serî de bi her alî peywiran li me bar dike. Ev peywir ji bo aştiyeke erênî û demokratîkbûnê, ferz dike ku hêzên çekdarî yên PKK’ê hêzê qezenc bike. Ev ji bo valakirina êrîşên Tirkiyeyê ne ji bo valakirina hemû êrîşên paşverûyan ferz e. Ger ku ev pêk neyê aştî û demokrasî ji xeyalekî wê pêkan bin. Ez di şerê xwe yê jiyan û mirinê yê li Îmraliyê de di ferqa vê berpirsyariyê de me û ez bi biryar û baweriyek mezin vê dikim. Aştiyeke bi rûmet û çareseriyek demokratîk tercîha me hemûyan e. Aştiyeke bi rûmet a pêşerojê û şerê azadiya bi rûmet wê me bibe serkeftinê.”