'Ji bo lêkolînê divê komîteyeke navneteweyî bê avakirin'

  • 09:09 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Hiqûqnas Orîvan Mihemed, bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: 'Em wek hiqûqnas bang li hemû rêxistinên navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û dadgehên navneteweyî dikin ku demildest bikevin tevgerê û komîteyeke ji bo lêkolîn û zelalkirina rewşê ava bikin."
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 37 meh in tu gahî jê nayê girtin. 
 
Derbarê tecrîd û agahînegirtinê de Hiqûqnas Orîvan Mihemed ji ajansa me re axivî. 
 
'Armanc tasfiyekirina şoreşa Kurd e' 
 
Orîvan, di destpêka axaftina xwe de behsa dîroka avakirina Dewleta Tirk kir û got: "Ji destpêka avakirinê heta îro kiryarên xwe li ser gelan dide berdewam kirin. Dîrokek reş e ku tijî zext û komkujî, qirkirina gelan, komployên li dijî wan, tirsandinên sîstematîk û rêgirtina li pêşiya jiyana azad e. Li kêleka wê jî ji bo ku ew zext û zordariya xwe li ser gelan berdewam bike bi her cure tecrîdek giran li ser Abdullah Ocalan daye ferzkirin û heya roja me ya îro berdewam dike."
 
Orîvan, wiha behsa armanca komloya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir: "Komploya ku bi destên gelek dewletên komploger, bi pêşengiya Dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêbertî hate kirin. Bi armanca tunekirina nasname û çanda Kurd, tasfiyekirina şoreşa Kurd, şoreşa zanist, fikir û azadiyê ye."
 
'Qanûn hatine paşguhkirin'
 
Orîvanê balkişand li ser kiryarên ne mirovî yên li hemberî Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rêbertî bi keyfî û ne qanûnî dîl hat girtin. Li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, tecrîdeke giran li ser Rêbertî tê ferzkirin. Nehişt ku bi malbat û parêzer hevdîtinê pêk bîne. Ev yek jî binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî ye. Ji ber ku em dibînin ku hemû peymanên navneteweyî û qanûnên navneteweyî şert û peymanên mafên mirovan ên ku mafên girtiyên siyasî di nav xwe de dihewîne, hemû di nav de qanûnên Tirkiyeyê, mafên girtiyên siyasî yên mehkûmkirî, bi taybetî mafê her kesî destnîşan dikin. Girtî herî kêm mehê carekê bi malbata xwe re divê hevdîtinê bike. Her wiha mafê parastina rewa û mafê her girtiyekî ku bi tîmên xwe yên parastinê re hevdîtinê pêk bîne. Diyar dikin ku divê girtiyê siyasî xwedî muameleya taybet be. Lê tişta ku em li ser zemîna pratîka dagirkeriya dewleta Tirk dibînin, hemû qanûn, destûr û peyman paşguh dikin."
 
'Têkçûn bêdengiya mafên mirovan' 
 
Hiqûqnas Orîvanê destnîşan kir ku tu zagonên dinê tuneye ku siysetmedarek weke Abdullah Ocalan bi vê awayî were girtin û îşkenceya derûnî lê were kirin û wiha domand: "Li gorî kîjan qanûnê, girtiyê siyasî bêyî hinceteke qanûnî ji bo demeke nediyar, ne ewle di bin tecrîdeke tund de tê danîn? Di kîjan qanûnê de tecrîd bêbingehên hiqûqî tê ferzkirin? Dadgeheke adil li gor qanûnên ku mafên mirovan diparêzin tune ye. Em vê têkçûna saziyên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî li ber çavê hemû cîhanê dibînin. Em vê têkçûn û bêdengiya mafê mirovan dibînin ku ger tiştekî nîşan bide, ew biryareke siyasî ya yekalî nîşan dide ku tu pêwendiya wê bi yasayê re nîne."
 
'Ji bo lêkolîne komîteyek divê bê avakirin' 
 
Orîvan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Agirê azadiyê û vîna jiyanê bi hezar tecrîd û bi hezar dîwaran nayê şikandin. Bi hezar hêzên mêtinger, zalim nikarin vîna rêbertî û gelê azadîxwaz bişkînin. Lewma wê heqîqet bi ser bikeve û azadî geş bibe. Em wek hiqûqnas bang li hemû rêxistinên navdewletî, rêxistinên mafên mirovan, dadgehên navdewletî û rêxistinên mirovî dikin ku demildest bikevin tevgerê û komîteyeke navdewletî ya mafên mirovan ji bo lêkolînkirina rastiyan, zelalkirina rewşa ava bikin. Ji bo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Her wiha em ji bo Rêber Abdullah Ocalan li ser bingehên hiqûqî û li gorî qanûnên navneteweyî darizandineke adilane dixwazin û daxwaza daxuyaniyê rewşa wî dikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin."