Li Kantona Cizîrê û Helebê 4’ê Nîsanê hat pîroz kirin

  • 15:04 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Heleb û kantona Cizîrê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî hatin lidarxistin û dar hatin çandin. Di çalakiyan de ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan peyama xurtkirina têkoşînê hate dayîn.
 
Li deverên cuda yên kantona Cizîrê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Bi pêşengiya jinan bi sedan kes, di nav de nûnerên Rêveberiya Xweser, rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, erebî, suryanî, asûrî, şervan û fermandarên QSD, YPJ û YPG’ê beşdarî pîrozbahiyan bûn. Qadên pîrozbahiyan bi wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî", "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e", “Bê serok jiyan nabe", "4’ê Nîsanê mîlada gelan e" û "4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz be" hatin xemilandin.
 
Til Temir 
 
Li navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîr bi beşdariya bi sedan şêniyên Til Temir û Zirganê şahiyek hat lidarxistin. Li aliyekî din, 200 darên mişmiş, zeytûn û merx li Parka Şehîd Sosin a li navenda navçeya Til Temirê hatin çandin.
 
Dirbêsiyê 
 
Li navçeya Dirbêsiyê jî şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de endama Kongra Star Raziya Îbrahîm axivî û 4’ê Nîsanê li beşdaran û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û girîngiya vê rojê bi van gotinan nirxandin "4’ê Nîsanê roja hilatina tîrêjin azadiya li tevahî gelên cîhanê ye". Raziya bang li civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.
 
Şedadê 
 
Di pîrozbahiya li navçeya Şedadê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Îman El Ferec axivî û anî ziman ku ramanên Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye.
 
Rêvebera Kongra Star a Şedadê Emîra Seed diyar kir ku ku serkeftinên ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine berhemên ramanên Abdullah Ocalan e.
 
Bi heman armancê endamên Kongra Star a Şedadê 35 dar li Parka Kongra Star a li navenda navçeyê çandin.
 
Hol 
 
Li navçeya Holê jî şahiyek hat lidarxistin. Piştre stran, helbest û goven ji aliyê komên hunerî ve hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de beşdaran govend gerand.
 
Til Birak 
 
Bi wesîleya 4’ê Nîsanê, şêniyên navçeya Til Birakê bi beşdariya şervanên QSD û endamên saziyên sivîl 100 dar li Partka Şehîd Salih El Iwêd çandin. Çalakiya çandina daran ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.
 
Tirbespiyê 
 
Li navçeya Tirbespiyê jî 150 dar li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur û Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin çandin.
 
Çilaxa 
 
Endamên Kongra Star û saziyên civaka sivîl ên navçeya Çilaxa 100 dar çandin. Dar li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Resafa û avahiya Kongra Star hatin çandin.
 
Dêrik 
 
Di heman wesîleyê bi beşdariya şêniyên bajarê Dêrikê, endamên saziyên sivîl û Kongra Star Baxçeyê Serok Apo li gundê Bana Qesrê yê Dêrikê hat vekirin.
 
Piştî deriyê baxçe ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin, 100 dar li baxçe hatin çandin. Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê û berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.
 
Til Hemis 
 
Li navçeya Til Hemîsê 200 şitilên daran li deverên giştî yên navçeyê hatin çandin.
 
Heleb 
 
Şêniyên bajarê Helebê bi beşdariya şêniyan û endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî 300 darên zeytûnan, behîv, mişmiş û xox li qada Newrozê ya li herêma Şiqêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê hatin çandin. Piştî çandina daran govend hat gerandin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.