Tirkiyeyê ev 7 meh in ava Hesekê qut kiriye

  • 11:02 9 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê ava stasyona Elokê ya bi ser bajarê Hesekê ve ev 7 meh in qut kiriye. Rêveberiya Xweser rojê 800 sarîcan avê li xelkê bajar belav dike. 
 
Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê ji cotmeha 2019’an ve bajarê Serêkaniyê dagir kiriye û bi rêbazên cuda şerê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Her wiha Tirkiye ava stasyona Elokê ya bajarê Hesekê ku pêdiviya zêdetirî milyonek û nîvan pêşwazî dikir jî qut kiriye. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Tirkiyeyê ji roja dagirkirinê heta niha 40 caran av li ser Serêkaniyê qut kiriye. 
 
Hewldanên Rêveberiya Xweser 
 
Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3’yê tîrmeha 2023’yan de Hesekê wek herêmeke bobelatê ragihand. Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina alternatîfan ji stasyona Elokê projeyên mezin pêk anî. Di heman demê de 60 sarîcên avê xistine xizmeta şêniyan ku avê li gel belav bike. Her wiha derfetê dide welatiyan da ku li ser sarîcan kar bînin û avê ji bîran bikişînin.
 
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, derdora 800 sarîc rojane di nava bejar de avê li şêniyan belav dikin. Li aliyekî din rêxistinên sivîl jî avê belav dikin. 
 
Di adara 2020’an de Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser projeya yekemîn a avê li devera Himê ya li rojavayê bajarê Hesekê dabû destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de 15 bîr hatin kolandin û ji van bîran 3 mehan av hate kişandin. Lê ji ber kêmbûna rêjeya avê, bîr zuha bûn.
 
Di tebaxa 2021’an de Rêveberiya Xweser projeyek dabû destpêkirin ku bi dirêjahiya 160 kîlometreyan boriyan ji ava çemê Firatê ber bi bajarê Hesekê ve hate kişandin. Lê belê ji ber Tirkiye ava Firatê kêm kir, proje sekinî.
 
Desteya Rêveberiya Herêmî di tebaxa 2023’yan de projeyeke nû da destpêkirin. Li gorî projeya ku dê ji 4 qonaxan pêk tê, 20 bîr li gundewarên navçeya Amûdê hatin kolandin û bi dirêjahiya 62 kîlometre boriyan av dê ber bi Hesekê ve were kişandin.
 
Proje di destpêka îsal de ji ber hin astengiyan û lêçûnên zêde ku bi qasî 18 milyon dolar e, dê çend hefteyên berdewam bike.
 
Li gorî Gerînendetiya Avê ya Hesekê, pêwîstiya bajar a rojane zêdetirî 130 hezar metrekup av e.