Nobetên Edaletê dewam dikin
- 16:22 9 Nîsan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de gotin ku dê di vê Cejna Remezanê de nekarin zarokên xwe bibînin û wiha gotin: "Divê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin."
Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de hatiye destpêkirin berdewam dike. Di çalakiyên bi pêşengtiya malbatên girtiyan hatine destpêkirin de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê xwestin.
Mêrdîn
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin jî di roja 93’yan de domiya. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan di çalakiyê de stran gotin û nobet bi serdanan dom kir. Di çalakiyê de mijara qonaxa nû ya çalakiya li zindanan hate nîqaşkirin û aliyê navneteweyî yê tecrîdê jî hate nirxandin.
Gelek kes hatin serdana çalakiyê. Hevşaredarên Artukluyê Mehmet Alî Amak û Munevver Olker jî hatin serdana çalakiyê. Mehmet Alî, got ku ew piştgiriyê didin çalakiya malbatan û ev tişt anî ziman: “Her çend ku tecrîd di şexsê birêz Ocalan de xuya bike jî, di esasê xwe de tevahiya gelê kurd tê tecrîdkirin.”
Îzmîr
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 49’emîn de li nûnertiya DEM Partiyê ya li Taxa Çîmentepeyê berdewam kir. Çalakgeran di çalakiyê de pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” dinivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Be Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.
Dayika Nezîr Gumuş ê li Girtîgeha Bûrdûrê tê ragirtin, Hanîfe Gumuş, bal kişand ser şerê didome û anî ziman ku zilma dewletê ya li ser kurdan zêde bûye. Hanîfe, axaftina xwe wiha domand: “Heta ku ji destê me were, em ê daxwaza edaletê bilind bikin. Em ê aştiyê bixwazin. Zarokên me di çalakiya grevê de ne. Heta ku daxwazên zarokên me bên qebûlkirin dê têkoşîna me bidome. Em li pişt zarokên xwe ne. Heta ku tecrîda li ser Serokatiya me û zilma li zindanan bidome em ê daxwazên xwe nû bikin.”
Hanîfe, Cejna Remezanê ya sibê dest pê bike bi bîr xist û wiha got: “Cejn di dilê me de êşek e. Ji bo me cejn tune ye. Ez cejna girtiyan û Serok Apo pîroz dikim. Ji vir heta Îmraliyê cejna hemû girtiyan pîroz be.”
Emîne Ozmen a hate serdana Nobeta Edaletê ji bo lawê xwe Mûrat Ozmen ê PKK’î ku di salên 1990’î de li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da û hêj cenazeyê wî nehatiye dîtin çend stran gotin. Di dema gotina stranan de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.
Çalakiya Nobetê bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.
Stenbol
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) hatiye destpêkirin, li avahiyê rêxistina navçeya DEM Partiyê ya Sûltangaziyê, di roja 119’emîn de berdewam kir.
Di eywanan çalakî lê tê lidarxistin de bi kurdî û tirkî pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakgeran pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Esenyurt, Gazîosmanpaşa û Bahçelîevlerê serdana çalakiyê kirin.
Xizma girtî Fînce Akmanê destnîşan kir ku ew Cejna Remezanê bi xemgînî pêşwazî dikin û bi bîr xist ku dê girtî bi malbatên xwe re dernekevin hevdîtinê. Fînce wiha axivî: “Em ê 3 mehan agahî ji zarokên xwe negirin. Em ji ber wê naxwazin cejn werin. Dema ku cejn tên em careke din bêriya heskiriyên xwe dikin. Em dixwazin zarokên me di cejnan de li gel me bin ne di girtîgehan de.”
‘Em dixwazin hevdîtinê bikin’
Xizma girtî Fatma Yenî jî anî ziman ku kurd cejnê najîn. Yenî da zanîn ku kurd cejnê li pêşiya deriyên girtîgehan pêşwazî dikin û ev tişt gotin: “Em êdî Tirkiyeya demokratîk dixwazin. Em dixwazin di vê cejnê de bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin lê belê xizmên me biryar dan ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin êw ê dernekevin hevdîtinê. Herkes di vê pêvajoyê de dixwaze bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bîne lê belê em wek xizmên girtiyan tu agahiyê ji girtiyên xwe nagirin.”
Fatma hêvî kir ku ev cejn bibe cejna dawî ya ji xizmên xwe cuda derbas dikin û wiha domand: “Em cejnên azadtir û wekhev dixwazin. Bila cejna bibe wesîleya dawîkirina tecrîda li girtîgehan.”