ÎHD çû serdana Dayikên Aştiyê
- 18:54 11 Nîsan 2024
- Rojane
ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi munasebeta Cejna Remezanê çû serdana Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê. Dayika Aştiyê Medine Kaymaz wiha got:”Serokatî û zarokên me di encama zilmê de di zindanê de ne. Ez daxwaza azadiya Serokê me û zarokên me dikim.”
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi munasebeta Cejna Remezanê çû serdana Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê. Li vir Dayikên Aştiyê daxwaza azadî û bidawîkirina tecrîdê kirin.
Daxwaza azadiyê
Dayika Aştiyê Medine Kaymaz cejna her kesî pîroz kir û wiha got:”Serokatî û zarokên me di encama zilmê de di zindanê de ne. Ez daxwaza azadiya Serokê me û zarokên me dikim.”
Hevseroka Zîlan Gumuş a li ser navê ÎHD’ê axivî wiha got:”Em hêvî dikin ku cejn ji bo hemû kurd û gelên cîhanê xwişk û biratî û aştiyê bîne.”