Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girt: 4 rojnameger hatin binçavkirin
- 08:18 23 Nîsan 2024
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girt û 4 rojnameger hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî destpêkirin, serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Derbarê lêpirsînê de agahî nehatin girtin. Her wiha di encama serdegirtinan de 4 rojnameger hatin binçavkirin.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Enes Sezgîn, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Solîn Esra Dal û rojnameger Salîha Aras û Yeşîm Alici hatin binçavkirin.
Her wiha li Enqerê jî di serdagirtina malan de nûçegîhanê MA'yê Mehmet Aslan jî hat binçavkirin.