Xwebûn bi manşeta 'Karker dadikevin qadan' derket
- 09:09 29 Nîsan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 228’an a rojnameya Xwebûnê ku hefteyê rojekê tê waşandin, bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket.
Rojnameya Xwebûnê di vê hejmara xwe de bal kişand ser 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê û cih da manşeta “Karker dadikevin qadan”.
Rojnameyê bi minasebeta 1’ê Gulanê bi Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak re li ser girîngî û wateya 1’ê Gulanê û rewşa karker û kedkaran axivî.
Rojnameyê di surmanşetê de cih da Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) û li ser pêşketina rojnamegeriya jinan rawestiya.
Nivîskar Sorgul Şêxo di nivîsa xwe de destnîşan dike ku divê rojnamegera/ê kurd di destpêkê de êşa gel û jinan bijî û nas bikî, paşê li gorî pîvanên rojnamegeriyê dest bi xebata xwe ya wijdanî û exlaqî bikî.