TEV-DEM: Di 1'ê Gulanê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
- 12:48 30 Nîsan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di peyama xwe ya 1'ê Gulanê de bang kir û got, "Di vê roja dîrokî de em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan careke din bilind bikin."
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê Roja Karkeran (1'ê Gulanê) li karker û kedkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cîhanê û Rojhilata Navîn pîroz kir.
Di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û hate gotin: "Werin em vê rojê bi hev re pîroz bikin û di vê roja dîrokî de careke din teqezî bi azadiya kedkarê berxwedêr Rêber Abdullah Ocalan bikin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bingeha pêngavên piştgiriya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, mîrasa berxwedana Abdullah Ocalan e ku giyanê hêza kedkarên herêmê û cîhan bi rêya projeya neteweya demokratîk ji nû ve vejand.
Her wiha di daxuyaniyê de işaret bi rola jinên kedkar di sekna li hemberî siyasetên çewisandinê, dagirkirinê û terorîst hate kirin.
Di daxuyaniyê de bang li deste, sazî, yekitî û rêxistinên civakî û çandî hate kirin ku tev li şahiyên 1'ê Gulanê bibin.
Di dawiyê de hate gotin; "Em piştgiriya tevahî kedkaran û têkoşeran dikin ji bo ku mafên xwe yên rewa û adil bi dest bixin û civakeke demokratîk û azad ava bibe."