Nivîskar Leyla Saraç: Divê her kes bibe dengê girtîgehan

  • 09:03 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Nivîskara Kurd Leyla Saraç ku ji girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê tahliye bû înfaza wê şewitibû û dîsa hatibû girtin. Piştî înfaza wê qedya ji girtîgeha Şakran a Jinan tahliye bû. Leylayê balkişand ser şertên girtîgehan û got: “Girtîgeh cihên îşkenceyê ne. Li girtîgehan berxwedanek mezin heye. Divê her kes xwedî li têkoşîna girtîgehan derkevin û deng bidin dengê wan.”
 
Yek ji pêkanînên desthilatdariyê yên li girtîgehan şewitandina înfazan e. Ji 2021’ê heta niha bi biryarên Lijneya Îdarî û Şopandinê, bi hincetên cuda înfazên girtiyan tên şewitanidn. Nivîskar û helbestkara kurd Leyla Saraç ku 5 sal û 8 mehan girtî ma û  di 25’ê cotmeha 2021’ê de hat berdan, di 14’ê Hezîrana 2022’yan de bi hinceta ‘înfaza wê hatiye şewitandin’ dîsa hat girtin û biribûn girtîgeha Jinan a  Şakranê ya Îzmîrê.
 
Leyla di 30’yê Nîsanê de ji girtîgeha Jinan a Şakranê tahliye bû. Leylayê polîtîkayên li girtîgehan nirxand.
 
‘Dema dengê me dihat bihîstin lêpirsîna dîsîplînê dest pê dikir’
 
Leylayê got her girtîgeh bi pergalekê tê rêvebirin û wiha got: “Girtîgeha Şakranê yek herêmên pîlot e. Odeyên me ji derveyê îradeya me tên guhertin û valakirin. Piştre qadên hevpar ji holê hatin rakirin. Em nikaribûn derkevin sohbet û sporê. Tu qadeke ku em hevalên xwe bibînin tunebû. Hemû rakirin. Em xistin bin tecrîda giran. Di salên dawî de ev pir giran bû. Me hevalên xwe qet nedidîtin. Dengê wan jî nedihat me. Armanca vir tenêhiştin bû. Sê odeyên me hebûn. Di ya duyem de hevalên ku muebeta giran lê hatibûn birîn diman. Me ew qet nedidîtin. Carna dema em diçûn nexweşxaneyê me tesadufî hev didît. Ev encamên polîtîkaya tecrîdê ne. Dema me ev vedigotin, me di telefonê de ji malbatê re digotin, digihişt çapemeniyê lê belê vê carê lêpirsînên dîsîplînê dihatin vekirin.”
 
‘Gotina ‘derbasbûyî be’ jî hinceta lêpirsînê bû’
 
Leylayê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Hevdîtinên telefonê di qawişê de di kulubeya danînê de pêk tê. Dema ku telefon xerabe bibin ev maf  şûnde nayên dayîn. Dema di telefonê de me tiştek bigota binpêkirina mafan vegotiba dihat birîn. Lêpirsîn dihat vekirin. Bi hincetên cuda telefon dihatin birîn û lêpirsîn dihatin vekirin. Hevala me Hatîce Çalihan cezayê wê qedyabû û nehatibû tahliyekirin 6 mehan hatibû taloqkirin. Tahliyeya hevala me Rozerîn Kalkan 11 mehan hat taloqkirin.”
 
‘Pêkanîn dijmirovahî bûn’
 
Leylayê balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha anî ziman: “Gelek hevalên nexweş hebûn. Fatma Ozbay nexweşa pençeşêrê bû. Dermankirina wê didome. Ji bo em dermanê wê bigirin bi rojan me daxwazname dinivîsî. Çûyîn û hatina nexweşxaneyan bi pirsgirêk bû. Bi mehan em dipan ku em biçin nexweşxaneyê. Di rewşên lezgîn de digotin ‘cihekî xwîn jê neyê ji ser hişê xwe neçibe tiştek nabe’. Yanî bifikirin tu qeyrana dil derbas bikî tuyê bimirî. Ne tenê ji bo girtiyên siyasî ji bo yên edlî jî wisa dikirin. Li girtiyan zextên psîkololojîk ên cidî hebûn. Mehê 3-4 caran dihati lêgerînê. 10 kes bi hev re dihatin. Her der wêran dikirin. Her lêgerînek îşkenceyek bû. Her sibe û êvarê di bin navê jimartinê de lêgerîn dikirin. Gardiyanan radyoyên me digirtin û xera dikirin û dianîn.”
 
‘Yên tevli çalakiyê dibûn 11 roj cezayê disîplînê lê dihatin birîn’
 
Leylayê çalakiyên ku niha li girtîgehan didomin jî nirxand û got: “Ji 27’ê Mijdarê heta niha ji bo şikandina tecrîdê li girtîgehan çalakî hebûn. Ji 4’ê Nîsanê şûnde gihişt astek din û biryara boykotkirina dadgeh, hevdîtin û telefonan hat girtin. Li girtîgehan tecrîdek giran heye. Hevalên tevli çalakiyê dibûn 11 rojan cezayê hucreyê didanê. Lijneyên Îdarî û Şopandinê bi hincetên cuda înfazan dişewitînin. Naxwazin kes bên berdan. Ji bo vê jî gelek polîtîka tên meşandin. Lijne ji nûve wek dadgehê dikeve dewrê. Gelek cezayên hucreyê tên birîn. Dixwazin bi van zextan girtiyan bê deng bikin.”
 
‘Divê her kes deng bide dengê girtîgehan’
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de şert û mercên girtiyên cezayê muebetê lê hatine birîn jî vegot û wiha dawî lê anî: “Girtî di şertên dijmirovahî de dimînin. Tu kes di cihekî wisa de jiyanê heq nake. Di odeyên biçûk de dimînin. Mirov nikarin sê gavan têde bavêjin. Li cihê dimînin firaqên xwe dişon, destê xwe dişon, serê xwe dişon. Hemû hewcedariyên xwe li wir dikin. Du hevalên me di şertên giran de li Şakranê dijîn. Divê her kes li dijî van pêkanînên girtîgehan dengê xwe bikin yek. Divê tu kes li dijî vê bêdeng nemîne. Divê girtiyan li wir tenê nehêlin.”