Kongreya Yekitiya Jinên Suryan bi encamnameyekê bi dawî bû
- 20:20 25 Gulan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYA - 5’emîn kongreya Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê bi hilbijartina Georgette Bersom bo berpirsiyara yekitiyê û 74 endam bo meclisê û encamnameyekê bi dawî bû.
Îro 5’emîn kongreya Yekitiya Jinên Suryan bi diruşma Jin hêza guhertinê ya avakirina jiyaneke azad û demokratîk eˊ li avahiya Komeleya Xêrxwaziyê ya Ermenan a li Qamişloyê li dar ket.
Di kongreyê de Georgette Bersom ji bo berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê û 74 endam ji bo meclisa yekitiyê hatin hilbijartin. Her wiha hin guhartin di rêziknameyê de çêbûn.
Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê encamname aşkera kir. Nûçegihana kanala Soriyo Mariya Hena bi zimanê Suryanî, berpirsa Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Georgette Bersom bi zimanê Erebî encamname xwend.
Di encamnameyê de hat gotin Sûriye di krîzên aborî, civakî, ewlehî re derbas dibe. Bi van hemû astengiyên li pêş têkoşîn û xebatê jinên Suryan roleke pêşeng di aliyê hevgirtina bi tevahî pêkhateyên din re lîst.
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku Yekitiya Jinên Suryan bi awayekî aktîv di kongreya 3’emîn a Cîhanî ya Jinan ku li Tunisê hatibû lidarketin, beşdar bû. Her wiha yekitî beşdarî kongreya 3’emîn a Melcisa Jinan a Sûriyeyê bû û rola wê di Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pir girîng e. Her wiha di saziyên Rêveberiya Xweser de weke hêzeke aktîf û bandor di civakî de roleke xwe lîst.
Di dawiyê de hate gotin divê li ser bingehên edaleta civakî jin werin parastin, jin werin perwerdekirin ku di saziyan de bixebitin û bi rê ve bibin, divê di aliyên siyasî û dîplomasî de werin perwerdekirin, têkilî bi rêxistin, tevgerên jinan û navneteweyî de ji bo pevguherîna pisporiyan werin pêşxistin. Rola jinên Suryan di Rêveberiya Xweser de were aktîfkirin. Di aliyê aborî û vekirina perwerdeyên pîşeyî de jinên Suryan werin xurtkirin.