Cîhan ji bo azadiya Abdullah Ocalan ji CTP'yê re dinivîse
- 09:04 26 Gulan 2024
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Konseya Ewropayê û CPT li dijî tecrîdê bêdengiya xwe didomînin û ji Almanyayê ji 6 hezarî zêdetir name ji CPT re hatin şandin. Kampanya nameyan ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike wê 27’ê Gulanê de Belçîka dewr bigire.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye, 38 meh in tu agahî jê nayê girtin. Ji bo Azadiya Abdullah Ocalan di asta golbal de kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pisgirêka Kurd re çareserî" di asta duyemîn de didome. Di çarçoveya kampanyayê de Tevgera Jinên Kurd li Ewrpayê çalakiyan didomîne.
Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di asta duyemîn de didome. Di çarçoveya kampanya hatiye destpêkirin de li Ewropayê Tevgera Jinên Kurd jî kampanyayan pêk tîne. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyaya "Hezar jin, yek deng" û kampanya ji CPT'yê re name şandin dan destpêkirin û xebatên xwe didomînin.
Ji yek welatî 6 hezar name
Starta kampanya şandina nameyan ewi li Berlîn a Almanyaye hat dayîn û di nameyê de îfadeyên wekê "Sê sal in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin ev rewş êdî nikare me li malên me bide runiştandin. Em wek jinên kurd di ferqa vê pergala qirkirinê ya li Îmraliyê pêk tê ye, de ne. Em vê nameyên ji bo ku hûn fikarên me ji holê rabikin dinivîsin. Pirsa me pir zelal e. CPT wê der barê tenduristiya Abdullah Ocalan, ewlehiya wî de daxuyaniyeke ku me Jinên kurd û Gelê Kurd tat bike bide gelo?" cih girtibûn. Heta niha li Almanyayê ji 31 bajarî ji ser 6 hezarî namze ji CPT re hatin şandin.
Wê 27’ê Gulanê de Belçîka nameyan bişîne
Kampanya nameyan plansaziya sê mehan ava kiriye û li gelek bajarên Ewropayê heta li gelek deverên cîhanê bi hezaran jinî nameyên xwe ji CPT re şandin. Lingê kampanya nameyan a Almanyayê 25’ê Gulanê de bidawî bû û wê 27’ê Gulanê de Belçîka dewr bigire. Di 27’ê Gulanê de li Liége, 28’ê Gulanê de li Brüssel, 29’ê Gulanê de jî Anvers wê li dijî tecrîdê ji CPT re nameyan bişîne.
Kampanya 8’ê Tîrmehê de bidawî dibe
Kampanya ku Nîsanê de dest pê kir wê 8’ê Tîrmehê de li bajarê Oslo ya Îskandînavyayê bidawî bibe û jin wê bi pêngaveke nû heta tecrîd bê şikandin wê çalakiyên xwe bidomînin. Rojên pêş de welatên ku namzeyan bişînin wiha ne:
Hollanda
30'ê Gulanê: Arnheim
31’ê Gulanê: Amsterdam
1’ê Hezîranê: Rotterdam
3’yê Hezîranê: Den Haag
Fransa
4’ê Hezîranê: Mulhouse
5’ê Hezîranê: Reimse
6’ê Hezîranê: Dransy
7’ê Hezîranê: Villiers Lê Bel
8’ê Hezîranê: Évery
10’ê Hezîranê: Rennes
11’ê Hezîranê: Toulouse
12’yê Hezîranê: Bordeaux
13’yê Hezîranê: Villeneune
14’ê Hezîranê: Montes-La-Joli
15’ê Hezîranê: Parîs
17’ê Hezîranê: Strazburg
18’ê Hezîranê: Marsilya
Swîsre
19’ê Hezîranê Cenevre
20’ê Hezîranê: Zurich
21’ê Hezîranê: Aarau
22’yê Hezîranê: Basel
24’ê Hezîranê: St. Gallen
25’ê Hezîranê: Luzern
26’ê Hezîranê: Bern
Îngîlîstan
27’ê Hezîranê: London
Avusturya
28’ê Hezîranê: Viyena
1’ê Tîrmehê: Linz
2’yê Tîrmehê: Graz
3’yê Tîrmehê: Însbruck
4’ê Tîrmehê: Bregenz
Skandinavya
5’ê Tîrmehê: Kopenhagen
6’ê Tîrmehê: Stockholm
8’ê Tîrmehê: Oslo